Li Misirê panela Jineolojiyê

  • 12:28 30 Cotmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di paneleya ku Misirê hate lidarxistin de, beşdaran balkişandin ser algorîtmayên dîjîtal, tundiya li dijî jinan û zexta li gorî pîvanên bedewiyê zêde dikin.
 
Navenda Raman û Lêkolîna Jineolojiyê ya Misirê, bi sernavê "Algorîtmayên Platformê û Tundiya Standardên Bedewiyê: Lêkolînek li ser Tundiya Sembolîk û Veguherînên di Nasnameya Dîtbarî ya Jinan de" panelek li dar xist. Di panela ku moderatoriya wê ji aliyê rojnamevana Lîbyayî Afaf el-Farjanî ve hate kir de, gelek kesên xebatên medyayê, pirsgirêkên civakî û mafên jinan dimeşînin, amade bûn.
 
Di panelê de algorîtmayên platforma dîjîtal û pîvanên bedewiyê yên li ser medyaya civakî çawa bandorê li ser awayê ku jin xwe dibînin dike, hat nîqaşkirin. Beşdaran, balkişandin ser zextên derûnî, civakî û aborî yên ku ji ber belavbûna amûrên bedewiya dîjîtal, dîmenên îdealîzekirî û naveroka ku arketîpên fîzîkî yên taybet xurt dike derdikevin.
 
‘Divê pirsgirêkên jinan di çarçoveya aliyên wan ên felsefî û mirovî de bên nirxandin’
 
Rêvebera Navenda Jinelojiyê ya Misirê Dr. Dîna Mohsen, diyar kir ku divê pirsgirêkên jinan di çarçoveya aliyên wan ên felsefî û mirovî de bên nirxandin û got: “Eşkerekirina nepeniyan, şantaj û zextên derûnî yên li ser jinan, di qadên dîjîtal de veguherîne şêwazeke cidî ya tundiyê û ev cure êrîş dikarin jinan ber bi hilweşîna derûnî û îzolasyonê ve bibin.”
 
‘Pîvanên bedewiyê der barê îmaja jinê de pirsên nû ava dike’
 
Moderatora rûniştinê rojnamevana Lîbyayî Afaf al-Farjanî, destnîşan kir ku pîvanên dîjîtal ên bedewiyê bandorê li jiyana rojane û têgihîştina jinan a li ser xwe dike û anî ziman ku lêkolîna vê mijarê ya him ji aliyê erênî û him jî ji aliyê neyînî ve gelek girîng e.
 
‘Aboriya bedewiyê aliyên nû yên bandora platformên dîjîtal eşkere dike’
 
Nûjîn Yûsiv, balkişand ku platformên dîjîtal, bi rêya faktorên aborî û çandî, têgihîştina jinan a li ser xwe şêwe dike û da zanîn ku bedewî veguheriye pergaleke serfkirinê ku qalibên estetîk ên taybet bazar dike.
 
Cezakirina dîjîtal û dûrxistina civakî ya jinan
 
Di panelê de hat ragihandin ku bikaranîna bedena jinê ya di reklamên ku armanca wan kişandina bala xerîdaran de, têgihîştina bedewiyê şêwe dike. Têgeha “cezakirina dîjîtal” a Dr. Dîna Mohsen jî, wekî zexta civakî û dûrxistina ku jin pê re rûbirû dimînin dema ku nikarin xwe li gorî pîvanên dîjîtal ên bedewiyê biguncînin, hate pênasekirin. Hate tekezkirin ku ev pîvan bandoreke neyînî li ser tenduristiya derûnî, qebûlkirina civakî û derfetên pîşeyî yên jinan dikin.
 
Panelê, bandora zexta civakî ya li ser têgihÎştina bedewî û xuyabûna fîzîkî lêkolîn kir û di vê çarçoveyê de behsa teoriya “Helezoniya Bêdengiyê” kir.
 
Rola malbat û saziyên civakî ya di rûbirûbûna zextên dîjîtal de
 
Di panelê de bandora medyaya civakî ya li ser dînamîkên malbatê û têkiliyên rûbirû hate vegotin û her wiha pêşniyar hate kirin ku wextê li ber ekranê derbas dibe kêm bibe û têkiliyên di nav malbatê de bên xurtkirin. Hat ragihandin ku divê baweriya jinan a bi xwe re were xurtkirin, bi awayekî ku destkeftiyên wan ên zanistî û pîşeyî li pêşiya xuyabûna wan a fîzîkî bên girtin.
 
Panelê, balkişand ser aliyên derûnî, çandî û aborî yên meylên dîjîtal ku şêwazên jiyanê û pîvanên bedewiyê yên taybet ferz dikin. Her wiha girîngiya pêşxistina hişyariyeke rexneyî ya li hember naverokên dîjîtal, xurtkirina qebûlkirina xwe û pêşîlêgirtina cudakariya li ser bingeha xuyabûna fîzîkî hat destnîşankirin.