Dayikên gihîştin Enqereyê: Dê ji bo gavên şênber nobedê bigirin
- 11:31 2 Mijdar 2026
- Rojane
ANKARA - Zêdetirî 300 endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, ku ji 24 bajarên cuda bi armanca daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber di çarçoveya pêvajoya heyî de ketibûn rê, gihîştin Enqereyê.
Zêdetirî 300 endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, ku ji 24 bajaran derketibûn rê, bi daxwazên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berdana girtiyan û pêkanîna gavên şênber di çarçoveya pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de, gihîştin Enqereyê.
Dayikên Aştiyê li navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya li taxa Balgatê kom bûn.
Dayikên Aştiyê ji bo daxwazên xwe bînin ziman dê li Parka Meclîsê daxuyaniyekê bidin; piştî wê jî li Parka Kurtuluşê bi danîna konan, dê dest bi çalakiya nobedê bikin.







