Li Amedê sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ hate lidarxistin

  • 18:43 7 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED -  Li Amedê jin di sempozyuma “Mafê Axaftinê: Bîra Civakî, Şahidî û Travma” de hatin gel hev. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak axivî û got: “Îro em ê birînên ku di boriyê de nemane û nehatine girtin biaxivin.”
 
Sempozyuma “Mafê Axaftinê: Bîra Civakî, Şahidî û Travma” ya ku ji aliyê Bajarê Mezin a Amedê û Komeleya Xebatên Travmayê ve tê lidarxistin, li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Bajarê Mezin dest pê kir.
 
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Emîn Ay, Hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin Adnan Selçuk Mizrakli, endamên meclisê, alîkarên sekreterên giştî Zerrîn Turk û Muhabbet Erdogmuş, akademîsyen û pisporên warê psîkiyatriyê tevlî sempozyumê bûn.
 
Hevşaredar Serra Bucak axaftina vekirinê ya sempozyumê kir û bal kişand ser girîngiya nirxandina bîra civakî bi rêya serpêhatiyên dîrokî û civakî yên Amedê. Hevşaredar Bucak diyar kir ku bîra civakî ya Amedê ne tenê di pirtûk û arşîvan de, di nava taxan, kolanan û di laş, hiş û hestên mirovan de jî jiyana xwe didomîne û got ku şopên koçberiya neçar, windahiyan, bêqîmetkirinê, şînê û li bendemanê hê jî didomin. Hevşaredar Bucak got, “Îro em ê birînên ku di raboriyê de nemane û nehatine girtin biaxivin.”
 
‘Travma ne tenê rewşeke ruhî ye’
 
Serra Bucak bal kişand ser wê yekê ku travma nayê wê wateyê ku tenê wekî rewşeke ruhî ya kesane were nirxandin û diyar kir ku bandorên windakirina bi zorê, koçberkirinan, zextên li ser ziman û polîtîkayên civakî di nava têkiliyên malbat û civakê de bi nifşan re berdewam dikin.Serra Bucak wiha vegot: “Ev veguhestin carinan bi bêdengiyê, carinan bi fikarê û carinan jî bi rêya şopên ku di laş û hiş de dimînin re berdewam dike. Başbûn ne mijareke kesane, belkî ya kolektîf û civakî ye. Şahidî ne tenê ragihandina tiştên ku hatine jiyîn e, di heman demê de tê wateya daxwazkirina qebûlkirina rastiya serpêhatiyekê jî.”
 
‘Divê pêşniyar bibin polîtîkayên giştî’
 
Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya anîna gel hev a dîsîplînên cihêreng û serpêhatiyên civakî di sempozyumê de û wiha dirêjî dayê: “Akademîk bi zanîna ji qadê, têkoşînê û jiyana rojane re tê cem hev. Wê da xuyakirin ku psiyatrî, psîkolojî, sîwolojî, zanista siyasetê, xizmeta civakî û parêzvaniya mafan û her wiha qada çapemeniyê jî bûne beşek ji vê nîqaşê. Pêşniyarên polîtîkayê yên ku dê ji sempozyumê derkevin divê ne tenê di çarçoveya nîqaşên akademîk de sînordar bin. Girîng e ev pêşniyar bi xebatên rêveberiyên xwecihî, saziyên civaka sivîl û dînamîkên bajêr ve bibin polîtîkayên giştî. Wek Bajarê Mezin ê Amedê em xebatên bîr û travmayê wekî beşek ji berpirsiyariya xwecihî dibînin. Navendên piştgiriya psîkososyal ên bingeha wan li ser civakê heye, bi vî rengî kargir kirine ku pirzimanî bin, ewlehiya kesayetiyê biparêzin û bêyî ku şertê tu teşhîs an belgeyê lê bigerin mirov bikaribe serî lê bide.”
 
Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku di xebatên bîrê de îradeya kesan esas e û got: “Kes nayê neçarkirin ku bîne bîra xwe an bijî. Mafê axaftinê her dem yê mirovan bi xwe ye. Wekî rêveberiyên xwecihî em ê li vir bin da ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”
 
Serokê Desteya Rêveber a Komeleya Xebatên Travmayê Nergîs Ozdemîr Eke jî di vekirinê de axivî û diyar kir ku ew di sempozyumê de hatine cem hev da ku bi hev re bifikirin, hevdu bibihîzin û mafê axaftinê bistînin.  Nergîs Eke bal kişand ser girîngiya hatina cem hev a kesên ku ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê hatine, bi van çîrokan mezin bûne, şahidiya tiştên hatine jiyîn kirine an jî rasterast di nava wan serpêhatiyan de ne û travmayê bi hev re digirin dest.
 
Di rûniştina ewil a sempozyumê de ku ji aliyê civaknas Dr. Ronayî Onen ve hate birêvebirin, mijara “Dengê Tiştê ku Hate Bêdengkirin: Ziman, Nasname û Travmaya Nav-Nifşan” hate gotûbêjkirin.
 
Di rûniştinê de psîkolog Siyabend Aslan li ser zimanê dayikê di aliyê ruhî de, psiyatrîst û nivîskar Azad Gondercî li ser “Ziman, Travma û Nasname” û Dr. Jan Îlhan Kizilhan jî li ser mijara “Gotina Bêdengkirî: Şopa li Ser Laş” pêşkêşiyên xwe kirin.