Li Girkê Legê xwendekar ji bo perwerdeya bi Kurdî meşiyan

  • 12:50 8 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Girkê Legê xwendekar ji bo xwedîderketina li perwerdeya bi zimanê xwe yê dayikê meşiyan û xwestin, ev mafê wan bi destûra bingehîn bê misogerkirin.
 
Xwendekarên ji bajarên Girkê Legê û Rimêlanê yên herêma Cizîrê li bajarê Girkê Legê xwepêşandek lidar xistin.
 
Xwendekar li kolana sereke ya Girkê Legê meşiyan û dirûşmeyên li dijî sînordarkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî, qîr kirin û daxwaza pejirandina zimanê Kurdî wekî zimanê perwerdeyê di hemû astên perwerdeyê de kirin.
 
Xwendekaran her wiha xwestin ku daxwazên wan werin bicîhanîn û mafê fêrbûn û parastina zimanê Kurdî were pêkanîn.