Xizmên girtiyan: Bila pêşî li tehliyekirina girtiyan bê vekirin

  • 09:02 10 Mijdar 2026
  • Rojane
ÊLIH – Di demekê de ku nîqaşên li ser qanûna çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dikin, xizmên girtiyan li dijî ferzkirina "tobeyê" bertek nîşan dan û diyar kirin ku berdana girtiyan ji ber biryarên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê dereng dikevin. Malbatan daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin.
 
Di demekê de ku nîqaşên li ser qanûna çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dikin, di derbarê berdana girtiyên siyasî de gavên berbiçav nehatine avêtin. Li girtîgehan, cezayên girtiyên ku dema berdana wan hatiye bi biryarên Lijneyên Rêveberî û Çavdêriyê  têne dirêjkirin. Xizmên girtiyan daxwaz dikin ku dewlet li dijî ferzkirina "tobeyê" û binpêkirinên mafên tenduristiyê yên girtiyên nexweş tedbîran bigire.
 
Mehdiye Topkan, hevjîna Şukru Topkan, ku bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" 18 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, diyar kir ku ew naxwaze êdî ciwan bimirin û ew dixwazin aştî pêk were û got, "Dewlet Bahçelî got, 'Werin em aştiyê çêbikin.' Lê min bawer nekir. Baweriya min bi me, gelê me û Rêberê me heye, lê ez baweriya xwe bi dewletê naynim. Wan her tim me dixapandin. Berê digotin, 'Bila werin, teslîm bibin û em ê pêvajoyê bidin destpêkirin.' Heft heval hatin. Wan ew girtin û avêtin zindanê. Ew hîn jî di zindanê de ne. Heta niha 50 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Em niha aştiyê dixwazin. Divê ew girtiyên di zindanê de serbest berdin. Zilma ku li me kirine bes e."
 
'Poşmanî tê ferzkirin'
 
Mehdiye Topkan bal kişand ser muameleya keyfî û got, "Ji kesekî ku 30 sal in di girtîgehê de ye re dibêjin 'Were bêje ez poşman im'. Kesê ku 30 sal in di girtîgehê de ye çima radibe û dibêje 'poşman im'?  Beriya niha jî 30 sal in di girtîgehê de ye û cezayê xwe xilas kiriye. Ji ber ku negotin 'poşman im' û teslîmî dewletê nebûn, nayên berdan. Bi gotineke din girtî bi muameleya keyfî re rû bi rû ne."
 
15 kes di karantînayê de ne
 
Mehdiye Topkan, tekez kir ku divê girtiyên nexweş werin berdan û got, "Pêdivî ye girtiyên nexweş werin berdan û dermankirin. Li girtîgehê lênêrîna wan nayê kirin. Ger ew werin berdan, bi kêmanî malbatên wan dikarin lênêrîna wan bikin û wan bibin nexweşxaneyê ji bo dermankirinê. Ji bo ciwanan heyf e. Mezinkirina zarokekî jixwe dijwar e. Ger dewlet wî zarokî di girtîgehê de bi dermankirina keyfî bikuje, ev tiştek tirsnak e. Hevjînê min got ku ew û hevalên wî birine nexweşxaneyê. Wan got ku 15 hevalên wî bi nexweşiya tuberkulozê ne û encam dê heta du mehan neyên dayîn. Wî got ku 15 hevalên wî di karantînayê de ne. Wî wekî her carê baş xuya dikir. Di serdema darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hate girtin, pêşî ji ber rutubetê bronşît lê çêbû û dû re ew veguherî astimê."
 
'Divê dewlet gav bavêje'
 
Mehdiye Topkan wiha domand: "Em dixwazin girtiyên nexweş, yên ku tevî ku ti sûc nekirine jî hîn jî girtî ne û yên yextiyar serbest bên berdan. Bi rastî, em dixwazin ku hemû werin berdan, lê nayên bernadin. Em niha dixwazin ku dewlet gavekê bavêje."
 
Ferzkirina cezayê hucreyê
 
Mulkiye Aslan, diyar kir ku kurê wê Dogan Aslan di sala 2022’yan de hatiye girtin, destnîşan kir ku Dogan Aslan 6 sal in di girtîgehê de ye û cezayê muebbetê wergirtiye. Mulkiye Aslan her wiha diyar kir ku Dogan Aslan ji Wanê ji bo Erziromê hatiye sirgûnkirin û got, "Dema ku ew sirgûn kirin, wan agahî nedan me. Dema ku wî her hefte di dema asayî de telefon nedikir, min telefonî girtîgehê dikir. Min dipirsî çima telefon nakin. Her carê hincetên wekî 'hucreya wî guheriye, em nikarin tu agahiyê bidin we' didan. Hefteyek şûnde, em hîn bû ku ew sirgûnî Erziromê hatiye kirin. Ew nêzîkî salekê ye di hucreyek takekesî de tê girtin. Nêzîkî mehek berê, wan qedexe kir ku ew telefon bike. Sê an çar roj berê, dema ku ew hîn di hucreye de bû, cezayekî dinê yê hucreyê lê hat birîn. Sedema wê ji me re negotin. Ev muameleyek bi tevahî keyfî ye. Dema ku em ji zarokên xwe xeberê nagirin, em pir xemgîn dibin, meraq dikin."
 
'Ew lêgerîna tazî ferz dikin'
 
Mulkiye Aslan, diyar kir ku mafê tenduristiyê yê zarokê wê tê binpêkirin û lêgerîna tazî li wan tên ferzkirin û got, "Girtina zarokên me bi serê xwe binpêkirina mafan e. Û dewlet me malbatan jî wêran dike. Tevî hebûna girtîgehan li bajarên ku em lê dijîn, ew zarokên me dişînin deverên dûr. Dema ku em diçin wan dibînin, em hem ji hêla darayî ve hem jî ji hêla hestyarî ve zehmetiyên mezin dibînin. Em rojan li ser rê derbas dikin. Mafê tenduristiyê yê zarokê me jî tê binpêkirin. Em deh caran serlêdanê dikin, lê ew tenê di serlêdana yazdehemîn de dibin nexweşxaneyê. Wî bi destên kelepçekirî dibin nexweşxaneyê. Muayeneyên kelepçekirî û lêgerîna tazî li wan tê ferzkirin. Heta lêgerîna tazî li me jî tê kirin. Dema ku em red dikin, nîqaş û alozî derdikevin holê."