‘Em ê li dijî tecawiza li hember zarokan bêdeng nemînin’

  • 09:03 10 Mijdar 2026
  • Rojane
WAN - Seroka Komeleya Jinan a Starê, Şafak Ozanli li hember bêcezatiya sûcdarên sûcên zayendî yên li dijî zarokan bertek nîşan da û diyar kir ku dewlet mekanîzmayên xwe yên parastinê bikar nayne û got, "Divê îstîsmara li ser jin û zarokan bi awayekî civakî were çareserkirin, ne bi awayekî takekesî. Em ê bêdeng nemînin, em ê têkoşînê berfireh bikin."
 
Bêcezatiya sûcdarên sûcên destdirêjî û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan, nekirina lêpirsînên bi bandor û nebûna mekanîzmayên parastinê yên fonksiyonel jiyana zarokan tehdît dike. Piştî ku du mêran li navçeya Geverê ya Colemêrgê tecawiz li zarokekî kirin û niha serbest in careke din siyaseta bêcezatiyê anî rojevê. Berdana sûcdaran tevî giliya malbatê jî berpirsiyariyên saziyên ku ji bo parastina zarokan mecbûr in xist bin pirsyarê.
 
Seroka Komeleya Jinê ya Starê, Şafak Ozanli li ser bûyera li Geverê şîrove kir û diyar kir ku siyaseta bêcezatiyê sûcdaran wêrek dike û rê li ber sûcên li dijî zarokan vedike.
 
'Siyaseta bêcezatiyê tê bicihanîn'
 
Şafak Ozanli bal kişand ser zêdebûna sûcên zayendî yên li dijî jin û zarokan ên  li Tirkiye û Kurdistanê û diyar kir ku polîtîkayên bêcezatiyê sûcdaran wêrek dike. Şafak Ozanli got ku zarok jî di nav malbatên xwe de rastî êrîşa zayendî tên û tên kuştin û got, "Em dibînin ku li Sakaryayê zarokekî 3 salî tecawiz lê tê kirin û tê kuştin û gelek zarok di nav malbatên xwe de rastî îstismar û kuştinê tên. Em dikarin bibêjin ku tiştê ku îro li Tirkiyeyê an Rojhilata Navîn diqewime ji polîtîkayên bêcezatiyê tê. Bi gotineke din, em dibînin ku mekanîzmaya dewletê bi rêkûpêk naxebite. Her çend navendên çavdêriya zarokan bi gelemperî divê bêtir lêpirsînan li ser van mijaran bikin û ewlehiya zarokan misoger bikin jî, em dibînin ku îstismarkar têne parastin û qurbanî têne sûcdarkirin. Ger îro Wezîrê Malbatê dikare bêje 'Tenê ji carekê tiştek çênabe' an jî Wezîrê Dadê yê berê Bekir Bozdag dikare bêje 'Razîbûna zaroka biçûk bû', ev daxuyanî hêz û cesareteke mezin didin îstismarkaran. Ji ber ku polîtîkayeke bêcezatiyê tê cîbicîkirin."
 
Berteka li hember berdana sûcdaran
 
Şafak Ozanli bal kişand ser wê yekê ku polîtîkayên bêcezatiyê yên dewletê di pêşîgirtina li sûcên zayendî yên li dijî jin û zarokan de bi bandor in û bal kişand ser wê rastiyê ku lêpirsînên bi bandor li dijî sûcdaran nayên kirin. Şafak Ozanli diyar kir ku sûcdar nayên girtin an jî zû tên berdan û got ku berdana tawankaran bi rêya rêziknameyên înfazê jiyana jin û zarokan jî tehdît dike. Şafak Ozanli wiha domand: "Li Stenbolê Fatma Nur Çelik hebû. Dema zarokatiya xwe rastî îstîsmarê hat û ji aliyê malbata xwe ve bi tawankarê xwe, tecawizkarê xwe re hat zewicandin. Piştî ku di temenê biçûk de bi tawankarê xwe re hat zewicandin, ducanî ma û zarokek anî dinyayê. Ew û zaroka wê ji aliyê heman kesî ve rastî îstîsmarê hatin. Lê em dizanin ku ev kes hîn jî nehatiye girtin, heta nehatiye binçavkirin jî."
 
'Em ê têkoşînê mezintir bikin'
 
Şafak Ozanli derbarê tecawiza li zarokekê ya ji aliyê du mêran ve diyar kir ku wan bi malbatê re hevdîtin kirine û li gorî vegotinên malbatê, piştî ku îfadeyên wan hatine girtin, sûcdar hatine berdan. Şafak Ozanli tekez kir ku ev rewş fikarên li ser ewlehiya zarok û malbatê zêde dike û ev bang kir: "Zarok ji aliyê stranbêjekî dawetê û cerdevanekî ve hatiye tecawizkirin. Li gorî daxuyaniyên malbatê, ev kes nehatine binçavkirin; piştî ku îfadeyên wan hatine girtin, hatine berdan. Wekî hemî rêxistinên jinan, divê em li dijî îstîsmarkaran bibin yek û têkoşînê mezin bikin. Em ê bêdeng nemînin; em ê têkoşînê berfireh bikin. Ji ber ku em dizanin her ku em bêdeng bimînin, ew ê bêtir hêz û piştgiriyê bi dest bixin û îstîsmar dê bêtir rewa bibe."
 
'Divê civak bêdeng nemîne'
 
Şafak Ozanli destnîşan kir ku hewl tê dayîn tecawiza  li zarok were veşartin, daxwaz kir ku li dijî sûcdaran pêvajoyên qanûnî yên pêwîst werin kirin. Şafak Ozanli destnîşan kir ku divê civak li hember tawanên zayendî bêdeng nemîne û got, "Stranbêjê dawetê Necat Koparan û Eray Oguz bi salan e ku li dawetên Kurdan stranan dibêjin û bi muzîka Kurdî debara xwe dikin. Ev kes zarokên Kurd an jî zarokên biçûk îstîsmar dikin. Ev ji hêla exlaqî û wijdanî ve bi rastî nayê qebûlkirin. Divê em wekî civak îstîsmara li dij jin û zarokan bi dawî bikin. Divê civak bi tevahî li ser vê mijarê bêdeng nemîne. Divê dewlet van kesan bi qanûnî ceza bike. Daxwaza me ew e ku ev kes tavilê werin binçavkirin û girtin."