Nobeta Edaletê di hefteya 6'em de ye: Divê mafê jiyanê bê parastin

  • 16:09 10 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Di hefteya 6'emîn a "Nobeda Jin, Edalet û Bîrê" de, çîrokên 14 jinên ku di bin şert û mercên gumanbar de hatine kuştin bi dengekî bilind hatin xwendin û wiha hat gotin, "Tundûtûjî çarenûs nîne. Bêcezatî nayê qebûlkirin. Em li vir in da ku pergala ku van mirinan gengaz dike biguherînin, ji bo parastina jiyan, deng û rastiyên jinan."
 
"Nobeda Jin, Edalet û Bîrê" ku ji aliyê Tora Amed a li dijî Tundiya li ser Kuştinên Jinan ve hatiye destpêkirin, hefteya şeşemîn li ber Dadgeha Amedê berdewam kir. Di dema nobedê de pankarta bi nivîsa "Jin ji bo edalet û bîrê nobedê digirin" û wêneyên jinên hatine kuştin hatin daliqandin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdar bûn û gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin, jiyan, azadî", "Kuştinên jinan siyasî ne", "Bijî têkoşîna jinan" berz kirin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endama Komeleya Piştgiriya Jinan (DAKAHDER) Îrem Îlhan ve hate xwendin.
 
'Têkoşîna ji bo Rojînê dê berdewam bike'
 
Îrem Îlhan wiha got, "Em ê dev ji daxwazên xwe yên ji bo rakirina hemû gumanên di derbarê mirina Rojînê de, nirxandinek tevahî ya delîlan û lêpirsînek bi bandor bernedin. Em ê nehêlin ku rastî were veşartin an jî daxwaza jinan a ji bo edaletê were bêdengkirin."
 
Îrem Îlhan he wiha got,""Tundûtûjî çarenûs nîne. Bêcezatî nayê qebûlkirin. Em li vir in da ku pergala ku van mirinan gengaz dike biguherînin, ji bo parastina jiyan, deng û rastiyên jinan."
 
Piştî daxuyaniyê, çîrokên jinên ku di navbera 2 û 10'ê Mijdarê de hatine kuştin hatin xwendin.
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya bêdengiyê pêk hat.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.