Komxebata 25'ê Mijdarê: Çand bingeha hebûna mirovan e
- 16:24 10 Mijdar 2026
- Rojane
ÊLIH - Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, TJA'yê li Hezoyê komxebatek bi mijara "Çand û Exlaqê Şoreşgerî" li dar xist.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Hezo ya Êlihê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan
de, bi mijara "Çand û Exlaqê Şoreşgerî" komxebatek hate lidarxistin. Komxebat bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Aktîvîsta TJA'yê Dicle Tekik Erdem di komxebatê de da zanîn ew meha mijdarê wekî meha têkoşînê pêşwazî dikin û got, "Li ser vê bingehê, me komxebatên biçûk plan kirine da ku hem mêr û hem jî rêxistinên me di vê têkoşînê de beşdar bibin, vê hişmendiyê eşkere bikin û di warê pratîkî de bibandortir bin. Komxebata îro lêkolînek li ser çand û exlaqa şoreşgerî ye."
'Çand bingeha hebûna mirovan e'
Aktîvîsta TJA'yê Yasemîn Ayhan, pirsa "Çand çi ye?" kir û wiha domand: "Hemû fîlozof dibêjin, 'Çand bingeha hebûna mirovan e.' Ev peyv ji Latînî tê, ku tê wateya çandin û çinînê. Di qonaxên destpêkê yên jiyana aram de, her tiştê ku bi destên mirovan hatiye afirandin bi rastî çandê diyar dike. Hemû nirxên maddî yên ku bi destên mirovan hatine çêkirin tiştên ku çandê diyar dikin in."
Komxebat piştî nîqaşan bi dawî bû.







