Dayika Aştiyê hevdîtina bi wezîr re ragihand: Gotin em li pişt gotina xwe ne

  • 09:02 12 Mijdar 2026
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Dayika Aştiyê Havva Kiran, diyar kir ku Wezîrê Dadê ku pê re hevdîtin kirine gotiye," ‘Hevdîtinên me yên bi Ocalan re didomin. Em li pişt soza xwe ne.’"
 
Dayikên Aştiyê di serî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo ku dewlet di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de gavên şênber biaêje ji 24 bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çûn Enqereyê û di 2-4’ê Mijdarê de ‘Nobeta aştiyê’ girtin. Dayikên Aştiyê bi partiyên siyasî yên cuda û Wezîrê Dadê Akin Gurlek re hevdîtin kirin. Dayika Aştiyê Havva Kiran, der barê hevdîtina bi Wezîrê Dadê re kirine, axivî.
 
‘Kesê ku dibêje ez aştiyê dixwazim divê gavê bavêje’
 
Havva Kiran da zanîn ku ji ber di pêvajoyê de xitimîn hatiye jiyîn çûne Enqereyê û wiha got: “Ji bo şer dubare nebe û aştî bê avakirin me ev gav avêt. Biryara şer jî ya aştiyê jî ji meclîsê derdikeve. Ji ber vê em çû. Me wek Dayikên Aştiyê li wir nobet girt. Em tevli civîna koma DEM Partiyê bûn. Bi partiyên siyasî û wezaretan re hevdîtin hat kirin. Me wek dayikên gerîlayan, şehîdan, girtiyan daxwazên xwe ragihandin, wan jî guhdar kirin. Ev du sal in pêvajo hatiye destpêkirin lê hîna gavek nehatiye avêtin. Em dixwazin ku gerîla bêyî ku bê girtin, bila were tevli siyaseta demokratîk bibe. Li Ewropayê mirovên surgunkirî hene. Hîna jî li girtiyan poşmaniyê ferz dikin. Ger ku ev mirov poşman bibûna wê roja hatibana girtin bibûna. Divê her kes berpirsyariya xwe bîne cih û bêjin ku em aştiyê dixwazin. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Kesê ku bêje ez aştiyê dixwazim divê gavê bavêje. Lê hîna nehatiye avêtin. Kongre pêk hat, çek hatin şewitandin, gerîla vekişiyan. Ev hatin kirin lê hîna dewletê gavek navêtiye. Em dixwazin her kes bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin.”
 
Wezîrê dadê:Pêvajo nexitimiye wê aştî bê
 
Havva Kiran der barê hevdîtina bi Wezîrê Dadê Akin Gurlek re kirine jî axivî û wiha domand: “Di hevdîtinê de min got pêvajo xitimiye. Wezîrê Dadê got ‘Na pêvajo nexitimiye;hevdîtinên bi Ocalan re didomin. Netirsin wê aştî bê’. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27 sal in girtiye û tu car zimanê şer bikar neanî. Her tim zimanê aştiyê bikar anîn. Divê statu û azadiya fîzîkî ya serokatiyê pêk bê. Divê girtî ji girtîgehê derkevin. Wezîrê Dadê jî got ‘me cihê wî guhert, hêdî hêdî her tişt wê bibe, di carekê de name. Em li pişt soza xwe ne.’ Em dixwazin serokê xwe ligel xwe bibînin, em tenê guhertina cih naxwazin.”
 
‘Em bi dengê aştiyê hev pêşwazî bikin’
 
Havva Kiran daxuyakirin ku ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû Rojhilata Navîn aştiyê dixwazin û wiha dawî lê anî: “Di alî avakirina aştiyê de divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe. Dema me li wir nobet digirt dayika pisporê çawîş yê girtî hat gel me. Bi salan e em bang li dayikên leşker û polîsan dikin. Bila werin destên xwe bidin me. Xwîn bi aştiyê dikare raweste. Ne bi dengê çekan. Bi dengê aştiyê em hev pêşwazî bikin.”