Beriya ku winda bibe bi mirinê hatiye tehdîdkirin
- 09:03 12 Mijdar 2026
- Rojane
ÊLIH - Evîndar Tîgrak di 7’ê Hezîrana 2025’an de winda bû. Dayika Evîndar Tîgrak Nefîse Tîgrak der barê windabûna keça xwe de wiha got: “Keça min got ‘Ji bo min bikuje ez birim serê çiyayekî, pozê min şikest û tundî li min kir.’ Ez bang li hemû jinan dikim ku di dozê de li cem me bin.”
Li Êlihê di 7’ê Hezîrana 2025’an de jina bi navê Evîndar Tîgrak a 31 salî winda bû û agahî jê nehat girtin. Malbata wê serlêdan kir û li ser vê lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîna li ser mirina bi guman sekinî, ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Êlihê ve tê meşandin. Di çarçoveya lêpirsînê de qeydên HTS, daneyên Pergala Naskirina Plakayê (PTS), îfadeyên şahidan û daneyên biyolojîk ên di wesayîta gumanbarekî, derxist holê ku dibe Evîndar Tîgrak hatibe qetilkirin. Li gorî agahiyên ketine dosyayê, beriya ku Evîndar Tîgrak winda bibe, der barê ji gumanbaran N.Y de gilî kiriye û biryara durxistinê girtiye.
Ji sûcê ‘Ji qestî û plankirî kuştin’ hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsînê de di Tebaxa 2026’an de N.Y û Y.D hatin binaçvkirin û ji sûcê ‘ji qestî û plankirî kes kuştin’ hatin girtin. Runiştina ewil a dozê di 15’ê cotmehê de hat dîtin û heyeta dadgehê biryara berdewamkirina her du gumanbaran da. Runiştina din jî taloqî 4’ê kanûnê hat kirin.
Dayika Evîndar Tîgrak, Nefîse Tîgrak der barê dozê de axivî.
Bi mirinê tehdîd kiriye
Nefîse Tîgrak da zanîn ku keça wê Evîndar Tîgrak piştî ku dest ji mêrê ku pê re hatibû zewicandin berdaye, li bajarekî din bi cih bûye û wiha got: “Piştre mêrê pê re dijiya lê geriyaye û gotiye were vir. Keça min li cem wî xebitiye û her tim bi wî re bûye. Keça min got ‘ji bo min bikuje ez birim serê çiyekî û pozê min şikest û tundî li min kir.’ Ez hestiyên keça xwe dixwazim. Piştî ji malê çû her hefte li min digeriya. Bi zarokên xwe re diaxivî.”
‘Îşkence li keça min kiriye’
Nefîse Tîgrak wiha anî ziman: “Me demekê xwe negîhand keça min. Me serlêdan kir. Keça min li gel N.Y dixebitî. Ji karkerên ku rê çêdikirin re xwarin çêdikir. Pir îşkence li keça min kiriye. Keça min xwestiye ji cem wî mêrî biçe lê destur nedaye. Min digot were cem me lê digot desturê nade. Me agahî jê negirt û me serî li qerekolê da. Li qerekolê wêneyên N.Y nîşan didin û dibêjin tu vî nas dikî. Hevjînê min jî dibêje ez nas nakim. Piştî serlêdanê em hertişt hîn bûn. Me digot li bajarekî dine. Me nizanibû li Êlihê ye. Ez cenazeyê keça xwe dixwazim.Ez ji jinan piştgiriyê dixwazim. Bila li dadgehê li cem me bin û hêzê bidin me.”







