Hesabê Instagramê yê Kurdî yê Ajansa me hat girtin
- 14:05 14 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê Instagramê yê ajansa me ku ji bo naverokên bi zimanê Kurdî dihat bikaranîn, bi hinceta ku “li gorî Pîvanên Civakê nîne” hat girtin.
Hesabê Instagramê yê bi navê @jin_dijital ku ajansa me JINNEWS tê de naverokên nûçeyên xwe yên bi zimanê Kurdî parve dikir ji aliyê Instagramê ve hat girtin. Sedema girtinê jî wiha hate diyarkirin: “Hesab an jî çalakiyên li ser hesabê, li gorî Pîvanên me yên Civakê nînin.”
Hûn dikarin ji vir xwe bigihîjin hesabê me yê nû.







