Ji bo jiyana bê tundî pedal zivirandin

  • 16:06 14 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Li Amedê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, ji bo pêşxistina jiyaneke dûr ji tundiyê, çalakiya ajotina bisiklêtan hat lidarxistin.
 
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, ji Parka Koşuyoluyê heta Qada Deriyê Çiyê çalakiyeke ajotina bisiklêtan organîze kir. Di vê çalakiyê de xebatkarên jin ên şaredariyê, endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), endamên Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xwendekarên zanîngehê û gelek jinên din cih girtin.
 
Beşdaran pankartên bi nivîsa “Sînora nasnakim” li ser bisiklêtên xwe daliqandin û di dirêjahiya çalakiyê de gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
 
Piştî çalakiyê, li ser navê beşdaran, Seroka Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Ozden Gunduz Sümer axivî û got: “Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de, em ji bo jiyaneke bê tundî pedalan dizivirênin.”
 
Çalakî piştî daxuyaniyê bi dawî bû.