Meclîsa Îştar a Mexmûrê starta xwe ya 25’ê Mijdarê da

  • 15:56 15 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Îştar a Mexmûrê, starta xwe ya 25’ê Mijdarê da û diyar kirin ku ew li dijî tundiya li ser jinan in û got: “Em wek Meclisa Îştar bi şîara ‘Niha Dema Jinê ye’ li hemberî her cure tundî û desthilatdariyê ne”.
 
Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Meclîsa Îştar, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, bi daxuyaniyekê starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê da. Bi tevlîbûna endam û rêveberiyên Meclîsa Îştarê, hate gotin ku ew li dijî her cure tundî, zext, kedxwarî û bêedaletiya ku li ser jinan tê ferzkirin radibin û têkoşîna xwe bilind dikin.
 
Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Îştarê Bêrîvan Tunç ve hate xwendin.
 
‘Em ê têkoşîna xwe ya ji bo avakirina jiyaneke azad û komînal didomînin’
 
Di destpêka daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 25 Mijdarê roja têkoşînê ya Navnetewî ya li dijî tundiya li ser jinê ye û wiha hate gotin: “Bi vê boneyê em wek Meclîsa Îştar bi şiyara ‘Niha Dema Jinê ye’ li hemberî her cure tundî û desthilatdariyê, parêzvanên jiyanek azad û komînalin. Tundiya li ser jinan ne pirsgirêkeke kesî an jî malbatî ye, pirsgirêkeke civakî û pergalî ye. Em li hemberî her cure tundî, zext, kedxwarî û bêdadbûnê radiwestin û têkoşîna xwe ya ji bo avakirina jiyaneke azad û komînal didomînin.
 
Di daxuyaniya ku gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên “Dîroka kolekirina civakê bi kolekirina jinê dest pê kiriye, ji ber vê yekê rizgarkirina dîrokê û avakirina civakeke azad tenê bi azadiya jinê gengaz e” hate bibîrxistin de, girîngiya azadiya jinê hate tekez kirin.
 
Meclîsa Îştar, balkişand ser tundiya li dijî zarokan û diyar kir ku ev tundî binpêkirina mafê pîroz ê jiyanê ye û wiha got: “Em vê qirkirina herî qirêj a li ser zarokan şermezar dikin. Her wiha pergala kapîtalist bi qetilkirina ekolojîyê çavkaniyên jiyanê talan dike. Em dibêjin êrîşên li ser xwezaya me berdewamiya heman zîhniyeta desthilatdar û metînger a li ser jinê ye.”
 
‘Emê bi pêşengtiya jinan vê pergala tundiyê têk bibin’
 
Meclîsa Îştar, tekez kir ku dê li hemberî hemû cureyên çewisandin, qirkirin û tundiyê têkoşîna xwe bilind bike û bi pêşengiya jinan ji bo hilweşandina pergala desthilatdar bixebite. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ew ê bi pêşengtiya jinan vê pergala tundiyê têk bibin û diyar kirin ku  jin bi hebûn, ked, huner û têkoşîna xwe dikarin di avakirina civakeke azad û komînal de roleke sereke bilîzin.
 
Meclîsa Îştar, di daxuyaniya xwe de tundiya li ser jin, zarok û xwezayê wek qetlîam binav kir û got: “Em bêdeng nabin, serî natewînin û mil didin milê hev. Emê bi biryarî û bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zincîra tundî û talanê bişkînin.”
 
Banga tevlîbûna çalakiyan
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku jin dê li malan, kolanan, qadên kar û hemû qadên jiyanê bi îradeya xwe ya azad bijîn. Her wiha bang li hemû jinan hate kirin ku li dora nirxên azadiyê bibin yek, dengê xwe bilind bikin û piştgiriya hev xurtir bikin.
 
Meclîsa Îştar, diyar kir ku bi boneya 25’ê Mijdarê û ji bo bilindkirina têkoşîn û hêza jinên berxwedêr, dê li wargeha Mexmûrê çalakiyên cuda bên lidarxistin.
 
Bernameya çalakiyan wiha ye:
 
“*Wê ji aliyê her çar semtan ve rojên cuda semîner ji bo giştî civakê were dayîn.
 
*Wê ji aliyê qada perwerdê û Meclisa Jinên Ciwan ve ji bo xwendevanên amadeyî, peymangeh û zaningehê film, sînevizyon, semîner û şano were dayîn.
 
*Di xwesertiya jinên ciwan û ciwanan de sînevizyon bê temaşekirin û şano bê pêşkêşkirin. Her wiha broşûrên li ser zanabûna zayend ên hatine amadekirin, li jinên ciwan were belavkirin.
 
*18’ê mehê bi boneya 25 Mijdarê ji aliyê şaredariyê ve 25 dar werin çandin.
 
*20’ê mehê ji aliyê Wexfa Şehîd Şevîn ve wê semînerek ji bo tevayî jinên xebatkar were dayîn.
 
*21’ê mehê wê Komîta Jineolojiyê li ser tundiyê ji bo mêran semînerek bide.
 
* 24’ê mehê wê ji aliyê Stêra Zêrîn ve pandomiyek li ser 25’ê Mijdarê were çêkirin.
 
* 25’ê mehê wê meşek girseyî were lidarixistin.”