Polîsê ku di doza Gulistan Doku de dixebitî: Pêvajo ji hêla walîtiyê ve hat koordînekirin

  • 09:12 16 Mijdar 2026
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Polîs Îsmaîl E., ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibû girtin, diyar kir ku di dema lêpirsînê de ji wan re hatiye gotin ku "malbata Gulistan Doku nayê agahdarkirin û pêvajo ji hêla walîtî ve tê koordînekirin."
 
Di lêpirsîna windabûna Gulistan Doku ya di 5'ê Çileya 2020'an de, agahiyên nû derdikevin holê. Me derbarê xebata toreke ku ji aliyê waliyê wê demê Tuncay Sonel ve ji bo veşartina lêpirsînê hatiye avakirin de hûrgiliyên nû bi dest xistin. Di operasyoneke li dijî şaxa polîsan a veşartina bûyerê de, 19 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de polîs Îsmaîl E. jî hebû ku li Midûriyeta Şaxa Asayîşe dixebitî û paşê hatibû girtin. Piştî girtina wî, me beşek ji îfadeya Îsmaîl E. bi dest xist.
 
Hat hînbûn ku Îsmaîl E., ku navê wî di nexşeya 108 kesan de jî heye ku berê ji hêla parêzerê dozê Alî Çîmen ve hatiye amadekirin, di nav polîsên ku rasterast lêpirsînê dimeşînin de ye. Agahiyek din a eşkerekirî ew e ku navê Îsmaîl E. hema hema di hemî belgeyên lêpirsînê de derbas dibe.
 
Îsmaîl E. di îfadeya xwe de da zanîn ku di lêpirsîna Gulistan Doku de cih girtiye û di dema lêpirsînê de du tiştên neasayî bala wî kişandiye û wiha dibêje: "Du tişt hene ku ji min re neasayî xuya dikirin û ez dixwazim wan bi we re parve bikim. Ya yekem, malbata Gulistan Doku derbarê materyalên ji bin avê hatine derxistin de nehatibû agahdarkirin û ji wan re hatibû gotin, 'Ofîsa walîtî pêvajoyê koordîne dike. Divê hûn bi tu awayî malbatê derbarê vê mijarê de agahdar nekin.' Ez dizanim ku hefteyek deh roj şûnde malbat ji dîtina van materyalan hatin agahdarkirin. Baweriya malbatê bi lêpirsîna polîsan kêm bû. Nayê bîra min ku kê talîmat daye ku malbat neyê agahdarkirin û walîtî dê vê pêvajoyê birêve bibe."
 
Derbarê xala duyemîn a ku ji wî re neasayî xuya dikir de, Îsmaîl E. wiha got: "Tiştê ku ez dixwazim ji we re bêjim ev xala duyemîn e ku ji min re neasayî xuya dikir: me wêneyek kameraya wesayîtê li ser pirê bi dest xist ku tê bawerkirin ku ya Gulistan Doku ye. Me ev wêne û rapor di nav rojek an du rojan de ji dozgeriyê re şandin. Di cih de piştî vê yekê, ev wêne di çapemeniyê de hat weşandin û ji hevkarên min ên li şaxê pirs hat kirin ka ev wêne çawa di çapemeniyê de derketiye. Min bertek nîşanî Ertugrul Arslan (berpirsê Îsmaîl E.) da û got ku me ew belav nekiriye."