Li Silêmaniyê bi minasebeta 25'ê Mijdarê semîner

  • 16:45 16 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Silêmaniyê li ser rewşa derûnî, xweragirî û pêşengtiya jinan semînerek hate dayîn.
 
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiyê ya li Hember Jinan bi tevlîbûna jinan a ji pîşeyên cuda li Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) ve semînerek bi sernavê "Ramana derûnî, xweragirî û pêşengtiya jinan" hate lidarxistin.
 
Di semînerê de Pispora Derûnasiyê Dr. Şîrîn Hesen axivî û got: “Êşa derûniyê êşeke pir kûre û jinên Kurd çar qatî mêrê Kurd vê êşê dikişînin. Civak her ji kêliya yekem a jin tê dinê ve kêm dibîne û wisa didin nîşandan ku tim deyndar bin. Ev yek jî biçûkxistina derûnî derdixe pêş û ji bo rizgarbûna ji vê jî pêwîstî bi dem û hêzeke mezin heye.”
 
Dr. Şîrîn Hesen bal kişand ser hêza rizgarbûna ji vê êşa derûnî û wiha pêde çû: “Bihêzbûna aliyê rûhî bûna keseke guhdar pir alîkare ji bo derbasbûna ji vê rewşê û kêmkirina êşan. Her wiha jinên pêşeng û bihêz, xwedî hest û sozin vê diyar dikin. Ji ber ku veşartina van hestan piştre dibe sedemê birînên kûr. Dîsa hebûna jîngeheke erênî pir girînge ji bo rizgarbûna ji vê. Li aliyê din êşa derûnî car dibe sedema bihêzbûnê û car jî lewazbûna mirovan. Mixabin jinên Kurd tim rû bi rûyê êşên giran ên derûnî dibin. Li gel vê jî bûne pêşeng û ev pêşengtî jî bûye xaleke xurt ji bo wan. Pêwîste êş nebe sedem ku mirov xwe veşêre. Bibe sedemek ji bo bihêzbûna mirov û bawerîbûna bi mirovan.”