Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe
- 21:30 16 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a Jiyan di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de li Londonê bernameyên ji nîşandana fîlm, pêşangeha wêneyan, komxebat û panelan pêk tê wê li dar bixe.
Di çalakiyên ku wê di navbera 19-25’ê Mijdarê de bên lidarxistin de tundiya li ser jinan, tundiya dewletê, şer, koçberî û ezmûnên têkoşîna jinan wê bên destgirtin.
Bernameya ku bi dirûşma “Em ê bi têkoşîna jinên rêxistinkirî qirkirina jinan û şeran rawestînin!” hat amadekirin, wê li Navenda Civaka Kurd (KCC) a li herêma Haringey a Londonê bê lidarxistin.
Çalakî wê 19’ê Mijdarê roja Pêncşemê bi vekirina pêşangeha wêneyan a bi navê “Dengê Jinan” a ku ji aliyê jinên Kurdistanî ve hatiye amadekirin, dest pê bike. Di pêşangeha ku wê hefteyekê vekirî bimîne de berhemên ku ezmûnên jiyana jinan û têkoşîna wan a azadiyê nîşan didin wê cih bigirin.
20’ê Mijdarê roja Înê saet di 18.30’an de wê fîlmê derhêner Mizgîn Arslan ê bi navê Krasê Mirinê (The Shirt of Death / A Fatal Dress) bê nîşandan. Piştî nîşandana fîlm wê bernameya pirs û bersivan berdewam bike.
21’ê Mijdarê roja Şemiyê saet di 13.00’an de wê du komxebat bên lidarxistin. Di komxebata ku wê ji aliyê Weqfa ROJ ve bê lidarxistin de tundiya nav malê, pirsgirêkên ku jinên koçber pê re rû bi rû dimînin, mafên qanûnî yên li Îngiltereyê û mekanîzmayên piştgiriyê wê bên nirxandin. Di komxebata din a ku wê ji aliyê Gayal Tekîn ve bê birêvebirin de jî wê li ser nasnameyên zayendî û sûcên nefretê xebata hayjêbûnê bê kirin.
22’yê Mijdarê roja Yekşemê saet di 16.00’an de wê panelek bi sernavê “Berxwedanan jina a li dijî qirkirina jinan, tundiya dewletê û şer” bê lidarxistin.
Di panelê de Sadiye Vakîlî wê li ser tundiya dewletê ya li girtîgehan û berxwedana jinan, Halaleh Taherî di çarçoveya “Jin, Jiyan, Azadî” de li ser têkoşîna jinan û koçberkirina bi darê zorê, Leman Adiyaman jî li ser tundiya li ser jinan a li Îngiltereyê, mafên jinan û xizmetên piştgiriyê biaxive. Her wiha di bernameyê de hunermend Olcay Bayir wê stranan bêje.
Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên Meclisa Jinan a Jiyan wê bi meşa ku bi Platforma Jinan re bê lidarxistin, berdewam bikin. Meşa ku wê 25’ê Mijdarê roja Çarşemê ji îstasyona metroyê ya Manor House dest pê bike, heta Turnpike Lane berdewam bike. Di meşê de wê li dijî qetilkirina jinan, tundî û cudakariyê daxwazên wekhevî, azadî û jiyaneke bêtundî bên bilindkirin.
Nîşandana fîlm, komxebat, panel û pêşangeha wêneyan wê li Navenda Civaka Kurd (KCC) a li navnîşana 11 Portland Gardens, Haringey, London N4 1HU bên lidarxistin.







