Dadgehê biryara xwe ya derbarê doza malbata Şenyaşar de aşkere kir

  • 17:06 2 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
MELETÎ - Di doza malbata Şenyaşaran de dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar û 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî. 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîş birîbûn ser malbata Şenyaşar. Di êrîşê de 3 ferdên malbata Şenyaşarê jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî ji malbata Yildiz miribû. Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Meletiyê biryara xwe a derbarê dozê de aşkere kir. 
 
Dadgehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar birî. 18 sal ceza jî li Enver Yildiz birî.
 
Di êrîşa hatibû kirin de Haci Esvet bavê Fadil Şenyaşar û birayên wî Celal û Şenyaşar jiyana xwe ji dest dabûn.