Danişîna Semîha Şahîn û Pinar Gayîp hat dîtin

  • 12:46 15 Nîsan 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna doza ku di derheqê Edîtora ETHA'yê Semîha Şahîn û Rojnamegera ETHA'yê Pînar Gayîp de hatibû vekirin, hat dîtin.
 
Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” di derheqê Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û Rojnamegera ETHA'yê Pînar Gayîp û 4 kesan de doz hatibû vêkirin. Danişîna 13’emîn a doza wan li Dadgeha Cezayê Giran a 23’yemîn a Çaglayanê ya Stenbolê hat dîtin. Parêzerên wan li eywana dadgehê  amade bûn.
 
Heyeta dadgehê ji bo ku kêmasîyên dosyayê bên temamkirin, danişîn taloqî 14’ê Tîrmehê kir.
 
Çi bûbû?
 
Polîsan di 12’ê nîsana 2018'an de avêtibûn ser mala Semîha Şahîn û Pinar Gayîp û ew kiribûn bin çavan. Di heman şevê de endamên SGDF'ê Ferhat Pehlîvan li Îzmîrê, Gulsen Îmre jî li Stenbolê ji alîyê polîsan we hatin binçavkirin.
 
Semîha û Pinar ji ber parvekirinên hesabên xwe yên medyaya civakî û ji ber şopandina nûçeyan sûcên “endamtiya rêxistinê” û “Propagandaya rêxistinê” li wan hat kirin.  Semîha û Pinar piştî ifadeyê hatin girtin. Her du rojnamevan di çarçoveya dosyayê de 13 mehan girtî man. Di 13’ê Hezîrana 2019’an de Semîha û Pinar bi biryara şertê hefsa malê hatin berdan. Biryara şertê hefsa malê di 11’ê kanûna 2019’an de hat rakirin.  
 
Pinar di 14’e meha çileyê de di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) hat binçavkirin û careke din ji aliyê dadgehê ve bi şertê hefsa malê berdan.