AYM'ê parastina HDP'ê bir Dadgeha Bilind

  • 10:43 11 Mijdar 2021
  • Hiqûq
ENQERE - AYM'ê parastina HDP'ê ya têkildarî doza girtina HDP'ê şand Dadgeha Bilind.
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di çarçoveya doza girtina HDP'ê de parastina HDP'ê bir Dadgeha Bilind. Tê hêvîkirin ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekir Şahin di nava mehekê de mutaalaya xwe amade bike. Piştî mutaalaya wê ji aliyê dozgeriyê ve bê pêşkêşkirin dê mehek dem ji bo HDP'ê bê dayin ku parastina xwe ya esas amade bike.