Baroya Amedê derbarê tecrîdê de serî li Wezareta Dadê da

  • 09:10 3 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo hevdîtin bi Îmraliyê re pêk binîn 28 baroyan re hevdîtin pêk anî bûn. Di nav 28 baroyan de Baroya Amedê ji bo parêzer bi muvekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê da.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji bo muwekîlên xwe yên 8 meh in agahî jê nayê girtin, Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim serî li saziyên sivîl ên navneteweyî yên mafên mirovan da. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal gotin "Me serî li saziyên sivîl, di serî de saziyên hiqûqî yên ku di qada navneteweyî de ji bo dawî li rewşa nemirovî û nehiqûqî ya li Îmraliyê bê kirin, da." 
 
Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî li Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û 28 baroyan dan. Di serdana ku ji TBB û baroyan re hat kirin de hat xwestin ku TBB û baro ji bo bidawîkirina rewşa li Îmraliyê bikevin nava tevgerê. Buro, serî li Baroyên Edene, Enqere, Semûr, Antalya, Êlih, Çewlîk, Bêdlîs, Bûrsa, Dêrsim, Amed, Edîrne, Xarpêt, Erzirom, Eskîşehir, Dîlok, Colemêrg, Stenbol, Îzmîr, Qers, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Şirnex, Rihat, Tekîrdag, Trabzon û Wanê dabû. 
 
Baroya Amedê, di 24'ê mijdarê de bi daxwaza Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî li Wezareta Dadê da. Daxwazenameya Baroya Amedê wiha ye: "Baroya Amedê, ji bo kes û komên ku mafên wan hatine binpêkirin têkoşîne hiqûqê dide û ji bo pêşxistina 'Azadî û mafê mirovan' jî di nav tegerê de ye. Hem netewî û hem jî di qada navneteweyî de em rê û rêbazên çareseriyê pêk tînin. Di 24'ê mijdara 2021'ê de me daxwaznameyek da û dema ev bê nirxandin dê bê dîtin ku demek dirêj e hevdîtina parêzeran a bi muwekîlan re tê astengkirin. Parêzer derbarê şert û mercên muvekîlên xwe dixwaze agahiyan bigirin. Li gorî rêgeza yekem a Girtîgehên Ewropayê ‘Kesên ku ji azadiyê mehrûm hatî hiştin divê di çarçoveya mafên mirovan de hurmet bê nîşandan'. 
 
Em daxwazên xwe wiha rêz dikin; 
 
* Divê Wezareta Dadê destûr bide ku Baroya Amedê biçe Îmraliyê, derbarê mafên bingehîn û azadiyê de lêkolînan bike. 
 
* Mafê kesên ku li vir hatine girtîne heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin, 
 
* Divê derfet û dem bê dayîn ku parêzer hevdînê pêk bînin, 
 
* Mafê herkesî heye ku demildest bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk bîne, beyî sansur û bi veşarî. Ev maf divê neyê astengkirin, 
 
*Divê bikarin bi mafê xwe ya telefon û amûrên ragihandinê bikarbînin, bi malbat û kesên derdorê xwe re bikaribin têkiliyan daynîn. Her wiha malbat, kes û nûnerên saziyên divê bikarin hevdîtinê pêk bînin."