10 sal ceza li Mûsa Orhan ê bersûcê tecawizê hat birîn

  • 14:53 3 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
 
SÊRT - Di doza bersûcê tecawizê Mûsa Orhan de heyeta dadgehê siberoja bersûc fikirî û ceza daxist. Dadgehê ji ber sûcê "êrişa zayendî ya bi zaneyî" 10 sal ceza li Mûsa Orhan birî û biryara darizandina berdayî da. 
 
Rûniştina 5’emîn a doza ku bi sûcdariya “êrişa zayendî ya biwesf” derbarê çawişê pispor Musa Orhan ku tecawizî Îpek Er kiribû û bûbû sedem ku întihar bike de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin. Di rûniştinê de heyeta dadgehê 10 sal ceza li tecawizkar Mûsa birî û biryar daku darizandina wî berdayî bê berdewamkirin.