‘Pirsgirêk guhertina qanûnên heyî ye’

  • 09:11 5 Kanûn 2021
  • Hiqûq
 
STENBOL - Parêzer Nuran Arslaner got 5’emîn pakêta darazê ya tê îdiakirin fêdeya zarokan li ber çavan digire, ji ber bingeha wê tune ye di pêkanînê de wê meh derbas bin û got: “Ji sibehê heta êvarê guherîna qanûnê ne normal e.  Her carê derxistina pakêtên nû yên darazê jî ne normal e.”
 
Desthilatdariya AKP’ê herî dawî 5’emîn Pakêta Darazê ya ‘Qanûna Der barê Guherîna Hinek Qanûn û Qanûna Îcra û Îflasê’ de di 30’ê Mijdarê de di rojnameya fermî de weşand û ket meriyetê.  Bi vê qanûnê re kar û barên teslîmkirina zaroka ji dadgehên malbatê ji daîreyên îcrayê hat girtin û dan wezareta dadê. 
 
Parêzer Nuran Arslaner der barê 5’emîn pakêtê de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Zarok li dijî dayikên xwe tên bikaranîn
 
Nuranê der barê mijarê de wiha got: “Bi taybet der barê teslîmkirina zarok de guherînek pir cidî hatiye kirin. Ez vê ne wek guherîna qanûnî wek qanûnek nû ketiye meriyetê dinirxînim. Ji ber sererastkirine qanûna înfaza ceza ya berê ji holê hatine rakirin û bi pergalek nû zarokan teslîm dikin. Ji ber vê girînge. Ger ku sererastkirinên kirine pêk bên wê ji bo fêdeya jin û zarokan pêngav bê avêtin. Di dozên destberdanê de zarok wek alav li hember dayikê tên bikaranîn.  Daxwaza mêr ya girtina zarokê, yekane sedema vê ev e ku dayikê di rewşa zehmet de bihele.  Yanî zarokan li dijî dayikê bi kar tînin.”
 
‘Zexta civakî ji bo komîsyonên Sulh bûn asteng’
 
Nuranê her wiha destnîşan kir ku beriya pakêta darazê bikeve meriyetê daraz ji bo karê xwe hêsan bike, plankiriye ku komîlsyonên Sulh bên avakirin lê di encama zextên ji civakê hatin de, di pakêta darazê de der barê vê mijarê de tu xala qanûnê cih negirtiye.
 
‘Qanûn samimiyeta darazê dide lêpirsînkirin’
 
Nuranê di berdewamiya axaftina xwe de wiha daxuyand: “Her tim qanûnên tirik, bi pakêtên darazê tên derxistin û em di alî şopandinê de jî zehmetiyan dikşînin. Wezareta dadê ku îdia dike ku fêdeya zarok li ber çavan digirin, divê ji bo zarokên li girtîgehê jî vê helwestê nîşan bidin. Mixabin bi her kesî re heman xesasiyet tune. Jinên ducanî tên girtin.  Zarokên biçûk li girtîgehan mezin dibin. Ev pirsgirêkên cidî ne. Zarok zarokin, divê her kes wekhev be. Hele dema mijar dibe zarok divê wekhevî hebe. Mixabin qanûnên dertên samimiyeta darazê dide lêpirsînkirin.”
 
‘Pirsgirêk her roj guhertina qanûnê ye’
 
Nuranê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pirsgirêk ne qelsbûna qanûnan e, pirsgirêk ev e ku qanûn pêk nayên û got: “Qanûn hene lê pêk nayên. Ji bo pekanîna qanûnan divê bingeh bê avakirin. Niha ji ber bingeha 5’emîn Pakêta Darazê nehatiye avakirin, pêkanîn jî wê meh û salan bigire. Ger ku di dozên jinan de hun ceza nedin û ceza daxînin wê ev pirsgirêk bidomin. Pirsgirêk guhertina qanûnan e. Her roj guhertina qanûnan ne normal e.”