Pinar Aydinlar derket pêşberî dadger

  • 13:58 4 Çile 2018
  • Hiqûq
STENBOL - Pinar Aydinlar ji ber ku li Dersimê derbarê Îbrahîm Kaypakkaya axivîbû bi hinceta "pesindayina sûc û sûcdar" hat darizandin. Pinar Aydinlar anî ziman ku "Îbarahîm Kaypakkaya ne sûcdar e û wê jî sûc nekiriye."
 
Derbarê Hunermend Pinar Aydinlar de  ji ber 5 sal berê di konsereke ku beşdar bûbû de derbarê Îbrahîm Kaypakkaya de axivîbû doz hatibû vekirin. Doz bi îdiaya "pesinvedana sûc û sûcdar" hatibû vekirin. Rûniştina yekem li Dadgeha Ceza ya Giran a Edliyeya Tunceliyê hat dîtin.
 
Pinar Aydinlar parastina xwe wiha kir:"Îbrahîm Kaypakkaya ne sûcdar e. Ez dixwazim gotinên min di çarçoveya azadiya îfadeyê de bê nirxandin."
 
Dadgeha ku parastina Pinarê girt diyar kir ku dê parastinê ragihîne dadgehên têkildar û êdî ew dadgehê biryara pêvajoya dawiyê bide. Ji bo piştgiriya Pinarê HDP'yî, û gel hatin edliyeyê.