Li Sebahat Tuncel 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn

  • 17:05 4 Çile 2018
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk Sebahat Tuncel 2 sal û 3 meh ceza hat birîn.
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiraya Kocaleliyê tê girtin, di 20'ê Adara 2012'an de li Îzmîtê tev li pîrozbahiyên Newrozê bûbû, bi îdiaya "Qanûna Meş Xwepêşandan û Civakî ya Hejmar 2911'an" binpê kiriye doz lê hat vekirin. Doz li 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Kocaeliyê hat dîtin.
 
Sebahatê nêzî salekê ye li Girtîgeha Sîlîvrîyê tê girtin.