Ji bo mêrê ku Kîmmet qetil kir cezayê muebetê hat birîn

  • 09:10 5 Çile 2018
  • Hiqûq
AMED - Halîl Hazar ê îşkenceya sîstematîk li Kîmmet Hazar kir û ew qetil kir, cezayê muebetê yê girankirî lê hat birîn. 
 
Halîl Hazar ê li Kayapinar a Amedê dijiya Kîmmet Hazar a pê re zewicandibû, qetil kir û ji doza dihat darizandin jî cezayê muebeta giran girt. Halîl di 15’ê Adara 2015’an de çû navenda polîsan û îtîraf kir ku Kîmmet qetil kiriye. Di encama rapora otopsiyê de  hat tespîtkirin ku li bedena Kîmmetê 9 derbên kuştinê, bi giştî 52 derbên bi alavên bîrînê hatine kirin hene. Piştî îfadeya Halîl hat girtin, Serdozgeriya Komarê ya  Amedê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.
 
Şîdeta sîstematîk lê kir
 
Halîl di îfadeya xwe ya li Dadgeriya Cezaya Sulh û Dozgeriyê de anî ziman ku ev 40 sal in ew bi Kîmmetê re zewicandî bû. Halîl ji bo ji ‘tehrîka giran’ fêdeyê bigire îdia kir ku Kîmmetê ew bi kesekî din re xapandiye. Di îdianameya hatiye amadekirin de derbarê Halîl de cezayê muebeta giran hat xwendin. Îdianame ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di rûniştina yekem de Halîl îdia kir ku nayê hişê wî çi kiriye.
 
Keça wê A. diyar kir ku bavê wê her tim şîdet li dayika wê kiriye û her tim derî li ser wan girtiye û wiha got: “Tu nerehetiya bavê min a psîkiyatrîk tune. Roja bûyerê me taştê bi hev re kir. Ji bo ezmûna xwe ez derketim. Ez hatim malê bavê min li xwarê bû. Li wesayetê siwar bû û çû. Kesî derî ji min re venekir.  Ez çûm mala birayê xwe yê jor. Piştre polîs hatin. Em ketin hundir dayika min li serşoyê di nav xwînê de mabû. 5 sal berê jî dayika min ji ber lêdanê têk çû. 
Her tim wisa dikir. Ez wî gilî dikim.”
 
Kurê wî R. jî diyar kir ku bi salane bavê wî bi hincetan bi dayika wî re nîqaş dikir û wiha got: “Di her nîqaşê de şîdet li dayika min dikir. Birayê min A. jî ji ber van bûyeran pirsgirêkên psîkolojîk dijiya.” R. her wiha got Halîl jî pirsgirêkên psîkolojîk dijiya.
 
Di 16’ê Hezîrana 2015’an de Nexweşxaneya Tenduristiya Ruh a Elezîzê raporek amade kir û got ehliyeta cezayî ya gumanbar tune û divê dermankirina wî neyê kirin. Piştî rapor şandin dadgehê Halîl Hazar piştî girtina 4 mehan şûnde di 9’ê Tîrmeha 2015’an de hat berdan.
 
Piştre dosya şandin Saziya Tipa Edlî û Saziya Tipa Edlî jî berovajî vê biryar da û got di dema sûc kiriye de tu pirsgirêka wî ya hiş tunebûye. Dadgehê piştî rapor nirxandin, ji bo Halîl Hzar cezayê muebetê birî.