Ji bo dosyaya komkujiyê biryara veşariyê: Li gorî dozger yekane gumanbar, Sêvê, Pakîze û Fatma ye!

  • 09:58 6 Çile 2018
  • Hiqûq
Safiye Algaş
 
AMED - Di çarçoveya lêpirsîna derbarê qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ku li Sîlopiyê hatin qetilkirin de dosya hat amadekirin û di dosyayê de her sê jinên Kurd wek ‘gumanbar’ hatin bicihkirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê  ku lêpirsîn dimeşand ji bo dosyayê biryara ‘veşarî’ û ‘bisînor’ anî.
 
Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derbarê dosyaya endama DBP’ê Sêvê Demîr, aktîvîsta KJA’yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir ku di 4’ê Çileyê 2016’an de li Sîlopiyê hatin qetilkirin, biryara veşarî û ‘bisînor’ anîn. Her wiha di dosyayê de Sêvê, Fatma û Pakîze wek kesên bi ‘gumanbar’ hatin cihkirin. 
 
Ev du sal in di lêpirsînê de tu pêşketin tunebû û hat hînbûn ku biryara veşartiyê di 4’ê Çileyê salvegera qetilkirina wan de hatiye dayîn. Parêzer Gulşen Ozbek derbarê biryara veşariyê ya li ser dosyayê nirxandin kir û diyar kir ku ev biryar nîşan dide ku sûcên di dema qedexeyê de çawa hatine kirin.
 
‘Li dij hiqûqê ye’
 
Gulşenê di berdewamiyê de daxuyakirin ku jinên hatine qetilkirin di dosyayê de bi sifata ‘gumanbar’ hatine cih kirin û got: “Derbarê  bûyerek du sal berê hatiye jiyîn de me ji bo rastî derkevin holê daxwaz kirin. Lê em hîn bûn ku biryara veşariyê dane ser dosyayê. Ev li dij hiqûqê ye.”Gulşenê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê serî li Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran bidin.