Her kes bêdeng maye zarok vegotiye:Tevî delîlan tahliye

  • 09:04 8 Çile 2018
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
ÊLIH - Li Êlihê G. ya 14 salî  rastî îstîsmara zayendî û fuhuşê hatibû. Der barê bûyerê de runiştina yekemîn pêk hat.  Di îdianameyê de îfadeyên zarokê ya der barê îstîsmar û kesan de bi berfirehî cih digirin û qeydên telefon, îfadeyên şahidan jî aliyên îstîsmara zayendî derxistin holê.  Lê heyeta dadagehê di doza ku ji ber îstîsmar û fuhuşê 15 sal ceza dixwest de, tevî delîlan ji 4 gumanbaran 2 heb hatin tahliyekirin.
 
Nûçegîhanên Gazete Şûjin ya bi KHK’ê hat girtin, Şîlan Ozhan û Şehrîban Aslan bi nûçeya çêkiribûn bûyera îstîsmarê ya li Êlihê derket holê û yekemîn runiştina dozê hat dîtin.
 
Li Êlihê zaroka bi navê G. ku li kuafurê dixebitî ji aliyê xwediyê dukanê ve fuhuş lê hat ferzkirin û rastî îstîsmara zayendî hatibû. Bûyer di 15’ê Nîsana 2017’an de întîkalî Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hat kirin û piştî îfadeya zarokê, biryara veşariyê ji bo dosyayê hat danîn. Piştî îfadeya mexdurê, qeydên telefonê û qeydên HTS’ê Yildiz Ç (45), Eflatun E. (53), Mehmet Şakîr A (56) Heves T. (49) û K.T (50 ji aliyê 2’emîn Cezayê Sulhh a Êlihê ve di 17’ê Nîsanê de hatin girtin. mrê bi navê K.T di 23’ê Hezîrana 2017’an de bi şerta kontrola edlî hat berdan.
 
15 sal ceza tê xwestin
 
Di 8’ê tebaxa 2018’an de îdianame hat amadekirin û der barê xwediya Salona Kuafurê A’dan Z’ye, Yildiz Ç de ji sûcên ‘zarok teşwîkî fuhuşê kirin’ ‘îstîmara zayendî ya li hember zarokê’,  der barê Eflatun E. ku xwe wek keya da nasin, der barê Mehmet Şakîr A. ku dukana wî ya penîr hebû û der barê Heves T de ji sûcên îstîsmara zayendî doz hat vekirin.
 
Piştî îdianame hat qebûlkirin li gorî xalên 103 û 227’an a TCK’ê bi daxwaza ji 3 salan heta 15 salan ceza doz hat vekirin û di 20’ê Mijdara 2017’an de runiştina yekemîn li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin. Gumanbar di runiştinê de amade bûn, Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Êlihê jî mudaxîlî dozê bû.
 
Bi tehdîd û şantajê fuhuş lê ferzkirin
 
Di runiştina yekem de ji gumanbaran re îdianame hat xwendin û li gorî îdianameyê, di îfadeya G. daye dozgeriyê de diyar kiriye ku ji aliyê xwediyê kuafurê Yildiz Ç. ve ji ser hişê xwe hatiye çûyîn, dema şiyar bûye, fêm kiriye rastî îstîsmarê hatiye û Yildizê gotiye ‘vîdeoya te bi min re heye, ez ê nîşanî bav û malbata te bidim’ û bi tehdîd û şantajê ew tirsandiye. Lê hat tespîtkirin ku di telefona Yildiz Ç de dîmenek wisa tine tenê ji bo tirsandinê wisa gotiye.
 
Li gorî îdianameyê dema zarok ji ser hişê xwe çûye yê hatiye îstîsmaarkirin û kesê îstîsmar kiriye  Eflatun E. ye. her wiha mêrê bi navê K.T. jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.
 
Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku mêrên zarok îstîsmar kirine pere dane Yildiz Ç. Li gorî îfada zarokê Mehmet Şakîr A., Eflatun E. û Heves T. li dukanên xwe ew îstîsmar kirine û pere ji Yildiz Ç. re şandine. Li ser vê qeydê HTS’ê ji BTK’ê hat xwedin.  Derket holê ku Yildizê zarokê fuhuş ferz kiriye û di axaftinên telefonê de ev hat tespîtkirin. 
 
Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Yildiz Ç û Eflatun E da. Heves T û Mehmet Şakîr A. jî tahliye kirin.
 
Komîsyona Mafên Mirovan a Jinan a Baroya Êlihê jî diyar kir ku ew ji destpêkê de mudaxîlê dozê bûne û diyar kir ku ew wê heta dawî mudaxîl bibin.