Dozgeriya Şirnexê dosyaya bi bêşopandinê encam bûye, vedişêre!

  • 09:05 9 Çile 2018
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li Cizîrê ji bo 4 welatiyên hatibûn qetilkirin û dosyayên wan kiribûn yek, lêpirsîn hatibû destpêkirin û ‘Biryara sînorkirinê’ ya ji bo dosyayê hatibû danîn tevî bêşopandinê nayê rakirin.  Dosyaya ku tê îdiakirin ku qeyda deng û dîmen heye, ji aliyê dozgeriya Şirnexê ve tê veşartin.  Parêzerên welatiyên hatine qetikirin jî ji bo dosyayê bibînin xwe amade dikin ku serî Dadgehe Destura Bingehîn bidin.
 
Li Cizîrê di qedexeya derketina derve ya di 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin de welatiyan jiyana xwe ji dest dabû û der barê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û dosyayên lêpirsînê yek bi yek tên girtin.  Tê gotin ku hewce bi lêpirsînê tine û biryara bêşopandinê tê dayîn. Heta niha 38 dosya bi vî awayî hatin girtin. Dosyayên der barê Mevlude Ozalp, Îsa Tîlaver, Tahîr Akdogan û Mustafa Ugur de hatiye vekirin kirin yek û biryara sînorkirinê danîn ser.Tevî ku Dadgeriya Cezaya Sulh a Şirnexê got biryar rabûye jî, Dozgeriya Şirnexê biryara sînorkirinê ranake.
 
Rojek piştî daxwazê biryara sînorkirinê
 
Dosya lêpirsînê ya ji aliyê Dozgeriya Şirnexê ve hat destpêkirin salekê hat sekinandin. Piştî salekê  malbatan ji bo rewşa dosyayê hîn bikin wekaleta xwe dan parêzeran.  Parêzeran daxwaza lêkolîna dosyayan kirin.  Rojek piştî daxwaza parêzeran dozgeriyê biryara sînorkirinê danî ser dosyayê. Rojek piştî vê biryarê jî lêpirsîn bi bêşopandinê encam bû.
 
Biryara bêşopandinê ji aliyê dozgeriyê ve 9 meh şûnde ji bo malbatan hat teblîgkirin.  Parêzerên xwestin dosyayê bibînin dîsa serlêdan kirin.  ev serlêdana parêzeran jî hat redkirin û bi vê re parêzeran ji bo biryara sînorkirinê bê rakirin daxwazname da Dadgeriya Cezaya Sulh a Şirnexê.   Dadgeriya Cezaya Sulh teblig kir ku biryar bê rakirin. Lê tevî vê biryarê sînorkirina li ser dosyayê nehat rakirin.
 
 Parêzer wê der barê dosyayê de serî li Dadgeha Destura Bingehîn bidin.