Doza 11 zarokên ji Sûrê hatin derxistin ji nû ve hat dîtin

  • 15:45 9 Çile 2018
  • Hiqûq
AMED - Li Sûra Amedê ji ber qedexeya derketina derve ku hat îlankirin piştî ku gelê navçeyê 103 rojan mahsûr ma pîiştre bi korîdora ku hat vekirin ji kesên ku hatin tahliyekirin 11 zarok hatibûn girtin û bi  36 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Piştî ku Dadgeha Îstînafê biryar xira kir darizandina zarokan ji nû de hat destpêkirin.
 
Piştî qedexeya derketina kolanan a li Sûra Amedê ji ber pevçûnên ku 103 rojan berdewam kirin 11 zarokên ku li navçeyê hasûr man bi "Korîdaroa jiyanê" ku hat vekirin di 3'yê Adara 2016'an de hatin tahliyekirin. Ji 11 zarokên ku 3 ji wan girtî dihatin darizandin  bi îdaya "emdamên rêxistinê" ne di dozaa ku  derbarê wan de hat vekirin de 36 sal û 8 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li wan hat birîn.  Parêzerên zarokan ji ber cezayê li zarokan hat birîn îtîraz kirin û doz şandin Dadgeha Îstînafê.  Dadgehê ji ber ku di dosaya derbarê zarokan de delîlekî tevli çalakiyê bûye tune ye doz xira kir û xwest ku derbarê zarokan de lêkolîn bê kirin bê ka sûcekî wan ê din heye an na.  Piştî ku doz ji nû de hat destpêkirin daneşîna wê ya yekem  Li Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê hat dîtin.
 
Di daneşînê de O.S., M.Ç. yê ku girtîbûn amade bûn, F.Y. R.A. yên girtî jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê hatin kirin, Her wiha M.F.D., Ş.A., A.A., R.H.,F.B.,M.S.K., S.K., yên ku ji derve de jî dihatin darizandin bi parêzerên xwe re tevli dozê bûn. Zarokan got ku ew îfadeyên xwe yên berê dubare dikin, parêzeran jî got wekî ku di sedema xirakirina doysyê ya biryara Dadgeha Îstînafê de jî hatiye diyarkirin cezayê muebetê nayê qebûlkirin. Parêzeran diyar kir ku muwekîlên wan mexdûr in tu delîlê şên ber ku jê bên darizandin tune ye.
 
 
Heyeta dadgehê biryar da ku darizandina girtî ya zarokan berdewam bike û doz taloqî meha sibetê kir.