Doza Selma Irmak hat taloqkirin

  • 12:38 23 Çile 2018
  • Hiqûq
AMED - Dadgehê doza Parlamentera HDP’ê Selma Irmak bi îdiya “Heqaret li Serokomar kiriye” lê hatibû vekirin taloq kir. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Selma Irmak di civîna Lîjneya Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a di 14-15’ê mijdara 2015’an de li Amedê hatibû lidarxistin, ji televîzyona MED NÛÇE re axivîbû. Selma bi îdiya di axaftina xwe de “Heqaret li Serokomar Tayyîp Erdogan kiriye” doz lê hatibû vekirin. Ji salekê heta 4 salan cezayê hepse ji Selmayê re tê xwestin. Danişîna doza Selma li 13’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat dîtin. 
 
Selama beşdarbûna bi SEGBÎS’ê ya danişînê red kir û beşdar nebû. Parêzerê Selmayê, Erhan Urkut amade bû. Parêzer Erhan berata miwekîla xwe xwest û daxwaz kir ku miwekîla wî li salona dadgehê amade be. Piştî parastina parêzer, heyeta dadgehê xwesteka perêzer red kir û doz taloqî 24'ê nîsanê kir.