Têkoşînek 65 salî

  • 09:02 27 Tebax 2023
  • Jiyan
 
AMED - Şahîde Mûnar a 20 sal in tenûrê çêdike û debara xwe ji vî karî dike, zehmetiyên ku bi salan e dikşîne anî ziman.
 
Di erdnigariya Rojhilata Navîn de jin her roj bi zextên hişmendiya baviksalarî re rû bi rû dimînin. Bi taybet têkoşîna ku jin heta dawiya  jiyana xwe didin nayê dîtin û her wiha, ger hevjînê wan jiyana xwe ji dest dabin jî, her tim bi nasnameyek 'jina ku hevjînê wê mirîye' tên nasîn. Şahîde Mûnar jî yek ji wan jinan e. Têkoşîna jiyana Şahîdeyê di 12 salî de dest pê kiriye. Şahîde ev 20 sal in karê çêkirina tenûrê dike. Bijîşkan jê re teşhîsa pençeşêra çermê daniye lê belê ew hê jî karê xwe didomîne.
 
Barên li ser milê wê ji wê mezintir in
 
Şahîde Mûnar a ku li gundê Cumatê yê girêdayî navçeya Amedê ya Farqînê ji dayik bûye, di 12 saliya xwe de hatiye zewicandin. Şahîdeyê destnîşan kir ku ji ber ku zarok bûye di zewaca xwe de gelek zehmetî kişandiye. Şahîdeyê wiha behsa wê serdemê kir: " Piştî zewacê ez çûm mala xwesiya xwe û min dît ku gelek nexweş e, ji ber wê kar û barê malê li ser milê min dima. Ez zarok bûm ji ber vê yekê jî min nizanîbû hevîr bistira, ne jî min nan li tenûrê xistibû û ne jî min şîv çêkiribû. Xwesiya min ji ber nexweşiya xwe nikaribû şîv çêkira û ez jî ji neçarî hîn dibûm. Min êdî hêvîr jî distira û nan jî li tenûrê dixist.
 
Karek diqede, karekî din dest pê dike
 
Şahîdeyê diyar kir ku 14 salan kar û barê malê kiriyê û piştî 14 salan mala xwe bar kiriye Çola Heşto. Şahîdeyê daxuyand ku ji ber şert û mercên malê gelek zehmetî kişandine û wiha bi lêv kir: " Mala me siwaxkirî bû û gelek jî sar bû. Heta biharê me serma kişand. Piştî 6 salan hevjînê min bi nexweşiya pençeşêrê bû jiyana xwe ji dest da. Berpirsiyariya 7 zarokan di stûyê min de ma. Min nizanibû kar jî bikim. Min got ez ê çawa bikim? Bi van zarokan re tenê mam. Ne karek heye, ne pereyê min heye. Zarokeke min jî hê pitik bû û di paşila min de bû. Piştre ez neçar mam û çûm di karên zevîyan de xebitîm. Min karê titûnê û pembûyê kir. Piştî sê, çar salan keçikên min hinekî mezin bûn û ew jî bi min re dihatin xebatê. Min bi zor û zehmetî zarokên xwe mezin kir. Piştre ji ber sedema ramyariyê ceza dan kurê min. Dibû ziwistan û karê zeviyan diqediya. Piştre min des bi karê çêkirina tenûrê kir. Min bi zarokên xwe diçû xwelî dianî, di nav potan de min pê lê dikir û diediland. Ez 20 sal in vî karî dikim.”
 
Ligel nexweşiyên xwe dixebite
 
Şahîdeyê balkişand ser hişmendiya baviksalarî û da zanîn ku ji ber sekn û bertekên li der dorê wê nikaribûye li fabrikaya titûnê bixebite. Şahîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: " Xizmên min gotin tu jin î, em qebûl nakin bila neçe tekel e. Malbata tîyê min nehiştin ez biçim. Me xwe bi keda xwe xwedî kir. Zarokên min mezin bûn û gihiştin min. Piştre em bi hev re diçûn kar. Em diçûn zeviyên findeq, firingî û titûnan. Ez gelek caran nexweş diketim lê belê dîsa jî neçar dimam ku bixebitim. Ji ber ku pir di bin tavê de dimînim, pençeşêra çermê bi min derket. Bijîşk ji min re dibêjin pêwîst e ku tu xwe ji tavê dûr bixî, lê belê ez ê çawa bikim? Ez nexebitim dê çawa be?"
 
Pêvajoya çêkirina tenûrê
 
Şahîdeyê behsa karê çêkirina tenûrê kir û anî ziman ku tenûrek di nav 9 an jî 10 rojan de xilas dibe. Şahîdeyê di derbarê pêvajoya çêkirina tenûrê de wiha axivî: "Ez diçim xweliyê dikirim tînim û di nav potan de nerm dikim. Piştre xwê û ka diavêjim û bi lingan dieciqînin û wek hevîr dikim. Piştrê 7 rojan didim ser hev. 9 an jî 10 rojan kevir dikim û piştre heta kengî ziha dibe wê gavê jî difroşim."