Rewşenbîrên Tirkiyeyê ji deklarasyona HDP'ê bi hêvî ne

  • 09:05 30 Îlon 2021
  • Ramyarî
ENQERE - Rewşenbîran deklerasyona HDP’ê nirxandin û diyar kirin ku deklerasyon bi hêviye û wiha gotin: “Partiyên muxalefetê ji deriyê ku HDP’ê vekiriye derbas bibin, destê dirêj kirine, bigirin wê ji bo çareseriya sereke ya Tirkiyeyê derfet ava bibe.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27’ê îlonê de di çarçoveya xebatên li qadan meşandin de deklerasyoneke ji 11 xalî pêk dihat, amade kirin û aşkera kirin. Di deklarasyonê de derbarê pirsgirêka kurd, xizanî, ekolojî û jinan de pêşniyar hatin rêzkirin. Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku ew amadene ku bi aliyên civakî û aktorên siyasî re muzakereyê bikin, ji bo rêveberiya hevpar û têkoşîna hevpar amade ne. Akademîsyen Nesrîn Nas, nivîskar Oya Baydar û zimanzan nivîskar Necmiye Alpay, derbarê deklerasyona HDP’ê de nirxandin kirin.
 
‘HDP’ê rêgez bi zelalî danî ser masê’
 
Akademîsyen Nesrîn Nas da zanîn ku deklerasyon bi kelecanek mezin guhdar kiriye û HDP’ê bi deklerasyonê peyamên girîng dane û wiha dirêjî dayê: “HDP’ê got ez partiya Tirkiyeyê me, min li nasname û herêmekê sînor negirin, ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê pêşniyarên min yên çareseriyê hene û ev danî ser maseyê. Heta niha navbera partiyên muxalefetê de  nîqaşên ‘em biaxivin, li hev bikin’ dihat kirin û HDP’ê ev rêgez zelal danî ser maseyê. Ji ser nebûna demokrasiyê pirsgirêk nayên çareserkirin û encamên wê îro em baş dijîn. HDP’ê bo hawirek demokratîk tiştên pêwist bi her kesî da bibîrxistin. Ev di vî alî de girîng dibînim.”
 
‘Pêşî li krîmînalîzekirinê hat girtin’
 
Nesrînê destnîşan kir ku deklerasyon pir baş hatiye amadekirin û wiha domand: “HDP’ê peyameke ku piranî aliyê muxalefetê rehet kiriye, da. Gotina ‘meclîsa nokteya esas ya çareseriya pirsgirêkane’ girîng e. Ji ber vê ger ku partiyên muxalefetê ji deriyê ku HDP’ê vekiriye, derbas bibin, destê ku dirêj kirine bigirin wê ji bo pirsgirêka serde ya Tirkiyeyê derfetê çareseriyê bê afirandin.”
 
‘Deklerasyon erênî ye' 
 
Nivîskar Oya Baydar jî bi lêv kir ku deklerasyonê erênî dibîne û got deklerasyon bi hêviy û ev tişt bi lêv kir: “HDP’ê bi belgeya xwe peyama ‘Em partiya Tirkiyeyê ya ku çareseriya pirsgirêkên gelê Tirkiyeyê, esas digirine’ da me. Ji alî HDP’ê ve deklerekirina vê girînge. Yek ji xala din a  ‘çek ne çarseriye, çareseriya aştiyane’ bû û bi taybet binê wê hat xêzkirin.  Ez dekerasyonê gelek erênî û girîng dibînim. Bila destê HDP’ê bê girtin.”
 
'Pirsgirêka kurd rastiyeke pir aliyê'
 
Zimanzan nivîskar Necmiye Alpay jî destnîşan kir ku deklerasyona ku HDP’ê aşkera kiriye girîng e û dema xwe de hatiye aşkerakirin û wiha bi lêv kir: “HDP’ê rêgezên xwe zelal danî holê. Partî û komên cuda tiştekî jibîr dikin; Pirsgirêka Kurd rastiyeke pir aliye. Der barê pirsgirêkên muxatabiyê de mijarên pêkanînê tên jibîrkirin. Bi Îmraliyê ve hat girêdan, wekê ku HDP qet ne bi bandore hat nîşandan. Partiyên li meclîsê rewane. Siyaseteke ku hinek xwe dide alî heye. Partiyên muxalefetê hev diparêzin. Ger ku hûn behsa aliyan dikin, divê hûn bi hemû aliyan bigirin dest. Divê di alî siyaset, çedan û ziman de bê dest girtin. Hîna pêngavek ji bo pêvajoya muzakerê nehatiye avêtin. Divê tifaqa Mîllet şênber biaxive û çareseriyên şênber bêje.”