Gulîstan Kiliç Koçyigît:Ev hilbijartin dê bibe despêka têkoşîn û bi dawîkirina zilmê

  • 09:08 6 Hezîran 2018
  • Ramyarî
Zeynep Durgut
 
MÛŞ - Bi nêzîkbûna 24'ê Hezîranê re xebatên HDP'ê li Serhedê li dijî hemû pêkûtiyên hikûmetê bênavber berdewam dikin. Der barê xebatên hilbijartinê û pêkûtiyên hikûmeta AKP'ê de namzeda HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigit ji ajansa me re  nirxandin kir. 
 
Di 24'ê hezîranê de gelên ku li Tirkiyeyê dijin dê biçin ser sindoqan. Li gel xebatên hilbijartinê pêkutiyên hikûmetê yên li bajarên Kurdistanê jî berdewam dikin. Di çarçoveya van pêkûtiyên ku tên kirin de  li Kurdîstanê li ser serlêdana waliyên AKP'ê bi biryara YSK'ê sendoqên gelek gund û navçeyên bajaran dê ji cihên wan bên barkirin û cihê wan bê guhertin. Lê li hemberî hemû  zehmetî û astengiyan xebatên HDP'ê li her deveran bênavber didomin. Der barê pêvajoya hilbijartinê û pêkûtiyên hikûmetê de nazmeda parlamenteriyê ya  HDP'ê  ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigit ji Ajansa me re axivî . Gûlîstanê  anî ziman ku ev hilbijartin dê bibe sedema serkeftina têkoşîna jinên azad û got ku ev hilbijartin bêdengkirina polîtikayên hikûmetê ye. 
 
'Gel vê hilbijartinê mîna dawîlêanîna zilmê û destpêka têkoşînê dinirxîne'
 
Gulîstanê di berdewamiya axiftina xwe de bal kişand ser xebatên HDP'ê yên Mûşê û got ku gel li hemberî hemû qedexe, astengî û OHAL'ê eleqeyeke mezin nîşanî HDP'ê didin û wiha berdewam kir;"Xebatên me bi awayekî bi rêk û pêk bênavber berdewam dikin. Me xebatên xwe li navçeyan bi vekirina bûroyên hilbijartinê  û  ziyaretkirina esnafan dan destpêkirin. Me di vê heftiyê de navçeyên Kop, Tîl, Melzgîrt û Gimgim ziyaret kirin. Bi rasti em li van navçeyên xwe ji  aliyê gel ve bi eleqe û kelecaneke mezin hatin pêşwazîkirin. Gelê me wateyeke mezin dide vê hilbijartinê. Gelê me vê hilbijartinê mîna hilbijartineke ji rêze nanirxîne. Gelê me vê hilbijartinê wekî dawiya zilmê dinirxîne. Di heman demê de tenê mîna bikaranîna dengekî li vê hilbijartinê mêze nakin. Vê hilbijartinê mîna destpêka têkoşînê û dawiya zilmê dinirxînin. Bêgûman gava ku em xebatên xwe didîn meşandin, em bi astengiyên mezin re rû bi rû dimînîn, lê coşa gel ji van astengiyan mezintir e û ev kelecan pêşya OHAL'ê jî digire." 
 
'Ev aqilê faşîzan dê bi bilindkirina têkoşîna gelê me ji holê rabe'
 
Gulîstanê anî ziman ku li hemberî aqilê faşîzan dê 24'ê Hezîranê bibe bersiveke mezin û ev tişt got;"Ev hilbijartin dê bibe hilbijartineke dîrokî.  Ev hilbijartin dê bibe sedema têkçûna faşîzma AKP û MHP'ê. Ev hilbijartin dê li hemberî tundî û zilmê bibe navê demokrasiyê. Ev hilbijarta hesabpirsinê ye. Dê ev hilbijartin bibe bidawîkirina şer, dê aştiyeê bîne û  polîtikayên êrîşkar bi dawî bike. 24'hezîranê dê bibe serkeftina polîtîkayên jinan. Bi taybetî jî ev hilbijartin ji bo gelê kurd xwedî taybetmendiyeke pir girîng e. Ji ber ku faşîzma AKP û MHP'ê  li ser Kurdîstanê  dest bi operasyona hilweşandinê kirin. Ya din  Cizîr, Sûr, Gever û Nisebîn heye. Me soz daye dayika Taybet û me soz daye Mehmet Tuncan û em ê soza ku me daye Sûrê bi cih bînin. Di vê pêvajoyê de divê herkes destê xwe bide ser wîjdanê xwe û têkoşînê wisa bide meşandin. Mesele ne tenê  Meseleya HDP'ê ye. Di demekê nêz de li başûrê Kurdîstanê referandum pêk hat. Di wê pêvajoyê de kesên ku digotin 'Biryê me Barzani' niha jî  dibêjin 'Terorist Barzani' û bi parçekirina Iraqê sûcdar kirin. Lê ev hemû tiştekî nîşanî me didin. Pirsgirîk ne HDP,DBP yan jî PDK ye. Pirsgirîk li hemberî daxwaza azadî, wekhêvî û hevpariyê bêtehemuliya dijminên kurdan e. Ev aqilê faşîzan dê bi bilindkirina têkoşîna gelê me ji holê bê rakirin."
 
'Di vê pêvajoyê de divê herkes bi berpirsyarî tevbigere'
 
Gulîstanê bal kişand ser lîsteya HDP'ê ya namzedan jî  û got ku divê herkes di vê pêvajoyê de bi awayê berpirsyarî tevbigere û wiha berdewam kir;"Dengdayina HDP 'ê tê wateya astengkirina zilmê. Li cem HDP'ê cih girtin parastina demokrasiyê û di meclîsê de erêkirina pirjimariya siyaseteke demokratîk e. Ger ku ev nebe dengê 20 mîlyonan dê li meclîsê bê qutkirin. Ev jî dê pêşiya pisrgirîkên mezin veke. Pergala parlementoyê dê bi temamî ji holê bê rakirin. Ji ber vê yekê jî gel ji kîjan partiyê re dengê xwe bi kar bîne divê bi vê zanebûnê tevbigere û nêz bibe. Ger ku em HDP'ê bi hêz bişînîn parlementoyê ev dê  bibe wateya li hemberî zilmê îtîraz. Di lîsteya HDP'ê de  ji her rengek û dengê civakî hene. Em bawer dikîn ku ev lîste dê ji aliyê gelê me ve bi xweşbînî bê pêşwazîkirin."
 
'Em ê bi rêxistinbûyina xwe hileyên li ser sindoqan vala derbixînîn'
 
Gulîstanê bal kişand ser biryara YSK'ê ya barkirina sindoqên Kurdîstanê û wiha dirêjî da axaftina xwe;"Ji bo ku biryara barkirina sindoqan bê redkirin CHP'ê serlêdan kir. Lê mixabin ev serlêdan ji  aliyê AYM'ê ve hat redkirin. Li gorî biryara YSK'ê ya herî girîng ji bo ewlehiya sindoqan barkirina sindoqan û parastina sindoqan a ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ye. Di nava biryara YSK'ê de derbaskirina pusulayên bê mor jî heye.  Ev jî nîşanî me dide ku ew ê bi van pêkûtiyan êrîşî vîna gel bikin. Ev biryar hemû dijqanûnî ne. Gava ku em lê dinêrîn ew cihên ku dê sindoqên wan bên vekişandin  ji sedî 70 ji HDP'ê re dengê xwe bi kar tînin. Rayedarên dewletê jî di nav nakokiyan de ne. Wezîre navxweyî radibe dibêje ku "Me li welat ewlehî pêk aniye" Lê bi fermana wan YSK biryara ku bên barkirin dide. Lê em ê van hemû pêkûtiyan derbas bikin. Me hemû amadekariyên xwe kirîne û ji niha ve me ewlehiya sindoqan girtiye.  Divê em destûr nedîn ku faşîzma AKP û MHP'ê dengên me bidizin. Em ê bi rêxistinbûyina xwe van pêkûtiyan vala derbixînîn. Em ê li gund û gundikên ku wê sendoqên wan bên barkirin bi gelê xwe re bibin alîkar. Em bi gelê xwe bawer in ku ew sindoqan bibin ku derê dê gelê me biçe dengê xwe bi kar bîne." 
 
'Em-ê  ji Mûşê 4 parlementeran bişînîn parlementoyê'
 
Gulîstanê di dawiya axiftina xwe de diyar kir ku ew ê 4 parlementeran li Mûşê derbixînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir;"Me li Mûşê îddaya xwe wekî 4-0 aşkere kir. Ev nayê wê wateyê ku ev ê pêk neyê. Em bi xwe bawer în û em ê ji Mûşê 4 parlementeran bişînîn parlementoyê. Em hemû bernameyên xwe li gorî vê amade dikîn. Em dixwazîn ku gelê me bi vê bawer be. Em herkesî vedixwînîn ku bi berpirsyarî tevbigerin û herkes mîna namzetek di nav xebatan de cihê xwe bigire. Ev têkoşîn ne têkoşîna çûyina parlementoyê ye. Em hemû jin û ciwanên xwe vedixwînîn HDP'ê."