Ji Amedê bang kirin: Em ê ji bo hemû jinan têkoşînê bidin

  • 15:20 6 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 AMED - Jinên ku di çarçoveya "Komxebata Polîtîkayên Jinê yên di rêveberiyên herêmî de" hatin cem hev, der barê li ser qetilkirinên jinan ên di demên dawî de zêde bûne daxuyanî dan û diyar kirin ku qetilkirinên jinan ne ferdî ne, siyasî ne û peyama dê li dijî vê têkoşînê bidin dan. 
 
Jinên ku di çarçoveya "Komxebata Polîtîkayên Jinê yên li Rêveberiyên Herêmî" hatin cem hev der barê qetilkirina jinan de daxuyanî dan. Siyasetmedar Gulten Kişanak, şaredarên jin ên herêm, bajar û navçeyan ên DEM Partiyê û gelek nûnerên saziyên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de jinan bertek nîşanî qetilkirin jinan dan.
 
'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal li daxuyaniyê axivî û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî îdeolojiya zayendperest didome. Neslîhanê diyar kir ku ew dema wekî rêveberiyên herêmî li hemberî şîdeta li ser jinê û polîtîkaya zayendperestiyê niqaş dikin de jî jin ji jiyanê tên qutkirin û got, “Polîtîkaya qirkirina jinê ji aliyê hêzên siyasî ve bi zanebûn tê meşandin. Jin di hemû qadên jiyanê de bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Polîtîkaya qirkirina jinê bi zanebûn tê meşandin. Em dizanin ku hikûmetên siyasî bi van polîtîkayan nefesê digirin û hebûna xwe didomînin. Em ê weke jinên ku ji jiyanê hatine îzolekirin û ji bo her jineke ji jiyanê qut bûye têkoşîna xwe bidomînin."
 
'Jin yek bi yek tên tecrîdkirin'
 
Neslîhanê da zanîn ku kurtejiyana hikûmeta AKP’ê ya 22 salan tijî polîtîkayên qetlîlkirina jinê ye û got, “Kurteya polîtîkayên hikûmetê  girtina jinên têkoşer, xwekuştin û tundiya li ser jinê ye. Ji ku derê? Ji ber ku kesên vî sûcî dikin, yên ku jinan ber bi întîharê ve dibin û kujerên jinan ji ber polîtîkayên dewletê dikarin li derve serbest bigerin. Jin j yek bi yek tên tecrîdkirin û jinên ku ji bo vê yekê têdikoşin dikarin li kolanan bên qetilkirin an jî têkiliyên wan ji hev bên qutkirin."
 
'Mafê jiyanê yê jinan tê paşguhkirin'
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen, diyar kir ku tundiya li ser jinê û kuştina jinan di civakê de krîzek kûr çêkiriye û wiha got: “Di vê pêvajoya ku her roj bi nûçeyeke din a xemgîn re em rû bi rû tên, mafê jiyanê yê jinan tê desteserkirin û malbat ji hev tên parçekirin . Siyaset û pêkanînên ku şîdetê rewa dikin, li şûna ku li dijî tundiyê têbikoşin, vê rewşê xerabtir dikin. Bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP-MHP’ê de zêdebûna kuştina jinan nîşan dide ku newekheviya zayendî kûr bûye û mafê jiyanê yê jinan hatiye binpêkirin."
 
'Cînayet tên meşrûkirin'
 
Sûzanê da zanîn ku piraniya jinên hatine qetilkirin dema di pêvajoya hevberdanê de ne an jî dema dixwazin jiyaneke azad bijîn dibin hedef û got, “Jin di pêvajoya hevberdanê de herî zêde di vê heyamê de tundî li wan tê kirin. Mêr ji bo kontrolkirina jinê, desthilatdariya xwe ava bike  tundiyê bi kar tîne. Qetilkirina jinê ya li  ber çavên zarokên jinê liAmedê ku ji ber dixwaze xwe ji kesê pê re zewiciya berde, asta tirsnak kuştina jinan radixe ber çavan. Ev ne tenê cinayeteke ferdî ye, di heman demê de sûcekî siyasî ye jî."