Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn

  • 14:28 12 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin û destnîşan kirin ku heta winda bên dîtin û kiryar bên cezakirin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Xizmên Windayan û şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê destnîşan kirin ku heta winda bên dîtin û faîl bên cezakirin dê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. 
 
Amed
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 818’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Mehmet Salîh Akdenîz ê di meha îlona 1993’yan de li gundê Şenê ya ser bi navçeya Pasûrê ve hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn. 
 
Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman serpêhatiya windakirina Mehmet Salîh Akdenîz xwend. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo Mehmet Salîh Akdenîz û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Êlih 
 
Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 554’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tev li çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de hat xwestin ku kujerên Mîkdat Ozeken ku di 27’ê îlona 1994’an de li gundê Befircana Gevera Colemêrgê ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û cenazeyê wî winda ye bên dîtin û li aqûbeta cenaze hat pirsîn. 
 
Rêveberê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî serpêhatiya kuştin û windakirina Mîkdat Ozeken xwend. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo Mîkdat Ozeken û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Colemêrg
 
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 144’emîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan. 
 
Di çalakiya vê hefteyê li faîlên Fettah Yaşar û Şevkat Kartal ên li gundê Alekana yê Geverê di sala 1994’an de ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê û bi gulebarandina ji helikopterê jiyana xwe ji dest dabûn, hat pirsîn. 
 
Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyanî da û serpêhatiya qetilkirina Fettah Yaşar û Şevkat Kartal xwend. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
Îzmîr
 
Xizmên Windayan û ÎHD’a Îzmîrê jî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka kevn a li navçeya Konakê li dar xistin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankart vekirin. 
 
Rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî daxuyaniya vê hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Ayhan Efeoglû yê di 6’ê cotmeha 1992'yan de hat windakirin û Alî Efeoglû yê di 5’ê çileya 1994’an de hat windakirin, xwend.