Li Swêdê ji bo Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin

  • 13:31 14 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Goteborg û Karlstad ên Swêdê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
 
Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' li bajarê Goteborg ê Swêdê civînek hate lidarxistin.
 
Bi dehan kes tevlî civînê bûn û pêngava ji bo azadiya Abdullah Ocalan hate silavkirin.
 
Her wiha ji bo çalakiyên 2'ê Mijdarê yên bi heman armancê li tevahiya Ewropayê bêne lidarxistin banga tevlîbûnê hate kirin.
 
Civîn bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
 
Li bajarekî din ê Swêdê li Karlstadê jî standek agahdarkirinê hate danîn û têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan belavok hatin belavkirin.