
Nêrgiz Mihemedî têkildarî rewşa girtiya jin hişyarî kir
- 17:51 23 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Nêrgiz Mihemedî li ser rewşa girtiya jin a li girtîgehê agahî da û got: “Fatma Sipêhrî ji ber mafê derbirînê di girtîgehê de ye û ti sûceke wê nîne. Îran rê nade ku bê dermankirin.”
Girtiya Siyasî Nêrgiz Mihemedî a hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê li ser hesabê xwe yê civakî li ser rewşa girtiya jin a li Girtîgeha Wekayîl Abad peyamek belav kir.
Nêrgiz Mihemedî got: “Fatma Sipêhrî li Girtîgeha Wekayîl Abad li Meşhedê ji ber mafê derbirînê di girtîgehê de ye, ti sûceke wê nîne. Îran rê nade ku bê dermankirin. Pêwîstiyên wê yên tenduristî bi cih naîne.”
Nêrgiz Mihemedî daxwaz ji civak navneteweyî û mafê mirovan kir ku ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kar biki.
22’yê Sibatê birayê Fatma Spêhrî, Esxer Sipêhrî ragihandibû ku xwişka wê li girtîgehê rewşa wê ya tenduristî xirab bûye , çavê wê zeîf bûne, nayê dermankirin.