Li Wanê starta 8'ê Adarê hat dayîn

  • 16:26 26 Sibat 2025
  • Rojane
WAN - Bi pêşengiya TJA, DEM Partî û Meclîsa Jinan a DBP'ê ya Wanê starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan Cîhanê hat dayîn. Jinan diyar kir ku ewê  bi ruhê jina azad aştiyê ava bikin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî  û Demokrasiyê (DEM Partî) û Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê starta çalakiyên 8'ê Adarê da Di daxuyaniyê de pankarta "Em li dijî komkujiya jinan serî hildidin, em ji bo azadiyê dimeşin" hatin vekirin û pankartên "Ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê pira berxwedanê", "Berxwedan jiyan e", "An jiyanek azad an berxwedana bi rûmet" û "Şoreş jinan azad dike" hatin hilgirtin. Daxuyaniya bi sernavê "Em li dijî kuştina jinan serî radikin" ji aliyê Aktîvîsta TJA'yê Zîlan Aslan ve hat xwendin.
 
'Em bi berfirehkirina çalakiya xwe ber bi azadiyê ve dimeşin'
 
Zîlan Aslan da zanîn ku weke jinên TJA’yê ji îro û pê ve li Wanê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kirin û got, “Çalakiyên me yên protestoyî wê heta mîtînga 9’ê Adarê li her kolan, her tax, her navçeya Wanê bidomin. Em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî 8'ê Adarê bibin, berxwedan û serhildana xwe mezin bikin, hevgirtina xwe mezin bikin. Heta ku li vê erdnîgariyê aştiyeke bi rûmet ava bibe, rêxistina me veguhere azadiya me, jin û zarokek neyên qetilkirin em ê li kolanan bin. Em bi tilîlîliyên xwe têkoşîna xwe mezin dikin. Di vê 8’ê Adarê de em bi deng, gotin û kirinên xwe heta ku em coşa xwe ya berxwedanê li hemû qadên civakê belav bikin ber bi azadiyê ve bimeşin. Em dibêjin li dijî qirkirina jinê serî hildidin û bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dimeşin."
 
'Em ê bi rûhê jina azad aştiyê ava bikin' 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wnaê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin jî axivî û anî ziman ku armanca sereke ya jinan aştiya civakî ye ku ew ber bi 8’ê Adarê ve diçin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji vir bang dikin; Her ku em ber bi 8'ê Adarê ve diçin, ji bo aştiyeke bi rûmet û civakî tenê rêyek heye. Ev rê; Nexşeya rê ya Birêz Abdullah Ocalan e ku ji bo hemû gelan, jin, ciwan, zarok û her kesî felsefeya jiyana hevpar û demokratîk ava kir. Ji ber vê yekê em careke din tekez dikin ku pêvajoya heyî çiqas girîng e ku ji bo aştiya civakî diyalog bê avakirin. Ji bo aştiyê divê hemû gel bi berpirsyarî rabin û alîgirê parastina vê aştiyê bin. Weke jinên TJA'yî heta ku li van xakan jiyana azad û wekhev pêk neyê em ê têkoşîna xwe bi rêxistin bikin. Em ê bi ruhê jina azad aştiyê ava bikin." 
 
Daxuyanî bi çepik, dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.