Cezayê girtîgehê li ser Mîna Sultanî hat sepandin

  • 12:17 28 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku dayîka yek ji qurbaniyên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Şehriyar Mihemed, Mîna Sultanî ji aliyê Îranê ve bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.
 
Zextên rejîma Îranê yên li ser kesûkarên şehîdên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berdewam in. Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dayika yek ji qurbaniyên Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Şehriyar Mihemed, Mîna Sultanî ya xelkê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê, bi cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.
 
Hate diyarkirin ku ji bo jina Kurd Mîna Sultanî ji aliyê liqa 101 ya Dadgeha Sûcan a Du ya Bokanê û bi serokatiya Mehdî Fecirî ve, 8 meh cezayê girtîgehê û milyonek tîmenê Îranê cezayê pere hate dayîn.
 
Her wiha hate ragihandin ku Mîna Sultanî, bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê’ û ‘derketina li cihên giştî bêyî laçik (serpoş)’ hate darizandin.
 
Hêjayî gotinêye ku 11’ê Îlona 2024’an li gel nêzbûna duyemîn salvegera Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û qetilkirina Jîna Emînî, Mîna Sultanî dayika Şehriyar Mihemedî, ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin. Piştî 21 rojan Mîna Sultanî di bin îşkenceya derûnî de hate girtin û lêpirsînkirin, di berdêla dayîna pere de ji Girtîgeha Urmiyeyê hate berdan. Her wiha gelek caran ji aliyê Navenda Ewlehiyê ya Îranê ve zext û gef lê hatiye kirin.
 
Di Cotmeha 2022’yan de di dema Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de Şehriyar Mihemed (28) yê xelkê Bokanê, ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.