
‘Em amade ne berpirsyariya xwe bînin cih’
- 09:02 26 Adar 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
MUŞ - Aktîvîsta TJA’yê Muşerref Dag der barê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 8’ê Adarê de hat xwendin de nirxandin kir û got: “Hêza me ya em bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ xîtabê cîhanê bikin heye. Em jin di avakirina civaka aştî û demokratîk de xwedî rolek girîngin. Em amade ne berpirsyariya xwe bînin cih.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî hevdîtina bi heyeta Îmraliyê re di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ li rayagiştî kiribû. Li Kurdistan û Tirkiyeyê vê bangê deng da û piştî vê bangê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de peyama Abdullah Ocalan ya ji bo jinan hat xwendin. Jinan bi eleqeyek mezin peyam pêşwazî kirin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Muşerref Dag der barê mijarê de nirxandin kir.
‘Banga hatiye kirin rol û mîsyonek girîng dide ser milê jinan’
Muşerref Dad da zanîn ku piştî banga dîrokî ya ‘Aştî û civaka demokratîk’ dı 8’ê Adarê de bi dirûşmên ‘Em li dijî qirkirina jinan serî hildidin, dimeşin azadiyê’ daketine qadan. Muşerref Dag wiha dirêjî dayê:“Em di vê çarçoveyê de bal bikşînin ser dîroka 8’ê Adarê jî. Ji 1857’an heta niha jinan bi bedel û têkoşînên mezin hata îro hatine. Ev berxwedan di têkoşîna jinên Kurd de jî bi bandore. Jinên Kurd bi salen bedelan didin û hatine vê rojê. Me îro 8’ê Adarê li qadan bi mîtîngan pîroz kir. Di vî alî de bang rol û mîsyonek girîng dide ser jinan. Jin wÊ di avakirina aştî û civaka demokratîk de xebatên xwe bidomîne.”
‘Berpirsyariyek mezin dide jinan’
Muşerref Dag di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku tevgera jinên Kurd di her aliyê civakî de li dijî pergala serdest a mêr têdikoşe û têkoşîneke 50 salan a tevgera jinên Kurd heye. Muşerref DAg wiha bi lêv kir: “Têkiliya têkoşîna tevgera jinên Kurd bi neçareseriya pirsgirêka Kurd re heye. Ji bo vê jinên Kurd he rtim li qadan daxwaza aştiyê kirin. Li Tirkiye û Kurdistanê jinan ji bo pêkhatina aştiyê hewl dan. Em ji vir dipirsin, wek qet jinên ku şer xwsestine dîtine? Me her tim aştî anî ziman. Peyama Abdullah Ocalan ya 8’ê Adarê de zelal bû. Rola jinan diyar bû. Berpirsyariyek mezin dikeve ser milê jinan.”
‘Jin Jîyan Azadî’ ile dünyaya hitap edecek bir gücümüz var’
Muerref Dag bi lêv kir ku divê jin ji vir şûnde bi hêza xwe bawer bin û got: “Divê em xwe di alî îdeolojîk de bi jîneolojiyê pêş bixînin. Qe nebe li gorî rihê pêvajoyÊ divê bername, perwerde pêk bên. Perwerdehî girÎnge. Hişmendî girînge. Di şexsê tevgera jinên krud de em xwedî hêza ku dikarin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ xîrabê cîhanê bikin e. Em jin xwedî rolek girîngin. Em amadene vê bînin cih. Em tu car dest ji têkoşînê bernadin. Divê jin xwe li gorî rihê pêvajoyê rêxistin bikin. Divê em kolan bi kolan tax bi tax xwe rêxistin bikin.Divê em hêza jinê bikin yek û piştgiriyê bidin têkoşînê.”