
Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo 'Meşa Amarayê' banga tevlîbûnê kir
- 16:04 26 Adar 2025
- Rojane
AMED - Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo meşa 1-4'ê Nîsanê ya ji Amedê ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dîmen banga tevlîbûnê kir.
Meş wê bi dirûşma "Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" bê lidarxistin. Meşê ji Amedê destpê bike û ji Sêwereg, Curnê Reş, Riha û Pirsûsê derbas bibe û bigihêje Amarayê.
Meclîsa Ciwanan diyar kir ku meş wê xwe bispêre "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo û pêvajoyeke nû ya berxwedanê bide destpêkirin.
Di daxuyaniyê de bang li gelê welatparêz û ciwanan hate kirin ku beşdarî meşê bibin û xwedî li banga aştî û civaka demokratîk derkeve.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Weke Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê di 1'ê Nîsanê de em ji Amedê bi rê dikevin û ber bi Amarayê ve dimeşin. Di navbera 1 û 4'ê Nîsanê de em ê ji Amed, Sêwereg, Curnê Reş, Riha û Pirsûsê derbas bibin û bigihêjin Amarayê. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku tevlî meşê bibe."