
'Em dixwazin tecrubeya me bibe mînak'
- 09:05 25 Nîsan 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem têkildarî peymana bi hukumeta Şamê re hat îmzekirin da zanîn gelekî girîng e ku jin jî di nava vê peymanê de cihê xwe bigirin û got:"Dema jin di guhertina rewşa siyasî ya herêma xwe de dikeve nava guftugoyan ev dîmenekî xweş derdixe pêş. Ev jî berxwedana jinên kurd a li taxan e. Em vê gava dîrokî û tecrubeya xwe ji bo tevahî Sûriyeyê bikin mînak."
Ji bo pêşxistina jiyana hevbeş a aştiyane di navbera Desthilatdariya Şamê û Meclisên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê peymanek hat îmzekirin. Yek ji xalên peymanê jî ku dikare daxwazên gel di milê civakî û xizmetguzeriyê de bide peydakirin şaradariyên taxên Helebê ne.
Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem têkildarî peymanê û bandorên wê nirxandin kir. Emîne Beyrem got:"Em ê bi şaradariya giştî ya bajarê Helebê re bikevin nava têkiliyan û kar bidin meşandin. Hewldanên me hene ku em vê gava dîrokî û tecrubeya xwe ji bo tevahî Sûriyeyê bikin mînak."
'Peymanek ji 14 xalan pêk tê hat îmzekirin'
Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem bal bir ser peymana hatiye îmzekirin û wiha got:"Peymanek ku ji 14 xalan pêk tê di navbera Rêveberiya Meclisa Giştî ya herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê û desthiletdariya Şamê de hat îmzekirin. Hin ji xalên peymanê girêdayî kar û barên şaraderiyê ne. Hin xal hatin pêkanîn weke rakirina senger, satirên şer û vekirina riyan ên di navbera taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Ev jî ji bo xebatan baş bû."
Ev peyman ji bo gel cihê kêfxweşiyê ye
Di dewama axaftina xwe de Emîne got:"Di dema rakirina van sengeran welatiyên van taxan kêfxweşiya xwe anîn ziman ji ber ku 13 sal welatiyên van taxan di nava ambargo û rêgirîyê de bûn û nikarîbûn bi rehetî berê xwe bidana taxên din ya bajarê Helebê her wiha pêdivîyên jiyanî derbas taxê nedibûn û li kêleka wê jî bac ji bazirganan dihatin komkirin ji ber danîna wan bendan,lê îro bi rakirina wan senger û bendan rehetiyek hat ava kirin."
'Rejîma Baas'ê her tim zext li me dikir'
Emîne Beyrem bi lêv kir ku li dijî cihêrkariyên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê wan her tim li berxwe dane û wiha dewam kir:"Dema ku rêjîma Baas'ê li ser textê desthiledariyê bû ev tax bi her awayî ji derfetan hatibûn mehrûmkirin. Şaradariya gel nikarîbû pêdivîyên gel pêk bianiya ji ber nebûna mekanîzmayên xebatê û nebûna materyalên pêwîst. Di asta siyasetek qirêj de li ser van taxan zext hat meşandin. Polîtîkayên cihêkar li hemberî van taxan hebû ji ber niştecihên taxan herî zêde kurd bûn. Lê belê hem wekî jinên kurd hem jî wekî gelê kurd li dijî van polîtîkayana me li berxwe dan û têkoşîna me niha dewam dike."
Rihê berxwedanê û alîkariya bi hev re
Emîne Beyrem da zanîn berxwedana gel a li taxê bû sedema bidestxistina destkeftiyan û wiha got:"Ji ber astengiyên ku tax tê re derbas dibû daxwazên gel ji şaraderiyê nedihatin pêkanîn lê gel diket ferqa wan astengiyên ku li ser me tên meşandin û bi me re dibûn alîkar. Weke destpêkirina hemleya paqijkirina taxê ya bi hev re. Lewma îmzekirina vê peymanê ji bo welatiyên van taxan hat wateya pêkanîna azadiyê. Ji ber her di nava rêgirî û dorpêça hikumetan de dijiyan. Her wiha heger ne ji berxwedana 13 salan a di nava şer a welatiyên van taxan ba wê îro jî ev destkeftî nehatibana bidestxistin. Her wiha gel ket nava pêngavek nû ku çawa em ê êdî ji vê bêhtir xwe birêxstin bikin. Di heman demê de rihê berxwedanê û alîkariya bi hev re ku 13 salan me di nava van taxan de pêk anî gelekî girîng bû."
'Em dixwazin tecrubeya me bibe mînak'
Emîne Beyrem da zanîn ew dixwazin hemû Sûriye ji tecrubeyên jinên kurd fêdeyê bigirin û wiha dewam kir:"Di encama hevdîtinên me de li ser gelek xalên girîng nîqaş hatin kirin ku çawa em bikaribin bi hev re welatê xwe ji nû ve ava bikin û xweşik bikin. Her wiha em daxwazên gel di milê xizmetguzerî de pêk bînin, her wiha hemû beşên me yên di şaradariyê de kar û xebat bikin. Em ê bi şaradariya giştî ya bajarê Helebê re bikevin nava têkiliyan û kar bidin meşandin. Hewldanên me hene ku em vê gava dîrokî û tecrubeya xwe ji bo tevahî Sûriyeyê bikin mînak."
Berxwedana jinên kurd
Emîne Beyrem diyar kir dema jin rola xwe di nava peymanan de cih bigire ev serkeftin û destkeftiyeke mezin e û wiha pê de çû:"Dema ku jin di guhertina rewşa siyasî ya herêma xwe de dikeve nava guftugoyan ev dîmenekî xweş û balkêş derdixe pêş. Ev jî berxwedana jinên kurd û gel a li taxan e."
'Di jin cihê xwe li her derê bigirin'
Emîne Beyrem da zanîn gerek jin li her derê cihê xwe bigirin û wiha bi dawî kir:"Hebûna jinê ya di îmzekirina peymanek bi vî awayî gelekî girîng e. Divê hemû jin cihê xwe di her warî de bigirin. Her wiha tecrubeya jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re esas bigirin.
Ya herî girîng jî divê di şaradariyên bajarê din ên Sûriyeyê de jin cihê xwe bigirin. Ji ber ku dema jin dibe pêşenga xebatekê ew xebat bi serkeftinê tacîdar dibe. Rola jinan gelekî girîng e. Ji bo welatek demokratîk bibe jî rola jinan girîng e. Sîstema Rêveberiya Xweser û netewa demokratîk jî li ser bingeha demokrastîkbûnê hatiye avakirin û ev vê rastiyê radixîne pêş çavan."