Li Tirkiyeyê hejmara stargehên jinan 150 ye

  • 09:02 7 Gulan 2025
  • Rojane
WAN - Hale Çelebî ya di Weqfa Stargehên Jinan a Mor Çati de cih digire diyar kir ku hejmara stargehan kêm e û jin xizmetên têr nagirin. Hale Çelebî wiha got: “Stargeh cihên ku jin ji tundiyê dûr dikevin û li dijî tundiyê têkoşînê xwe xurt dike ne.”
 
Di 20’ê Nîsana 1990’an de Weqfa Stargehên Jinan a Mor Çatiyê bi armanca balê bikşîne ser tundiya li ser jinan hat avakirin. Li stargeh û navenda piştevaniyê xebatên civakî yên xurtkirina jinan dimeşînin. Ligel piştevaniyê, li dijî tundiyê têdikoşînê dimeşîne, ji wekheviya zayenda civakî peymanên netewî û navneteweyî dişopîne û dike rapor.
 
Ji Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati Halebî, der barê qelsiya stargehan de axivî.
 
‘Li stargehan xebatkar kêm in’
 
Hale Çelebî da zanîn ku hejmara stargehan kême û kapasîteyên stargehan jî kêmin ligel vê xizmet jî têr nakin. Hale Çelebî wiha dirêjî dayê: “28 sale em di komxebatên jinan de tên gel hev.Saziyên met evli dibin. Xebatkarên stargehan kêmdin. Butçeya ji bo stargehan pir kême. Li Tirkiyeyê nêzî 150 stargehî heye.
 
Hale Çelebî di berdewamiyê de anî ziman ku bi daxuyaniyên wezaretê xwe digihînin hejmara kapasîteyên stargehan û wih adirêjî dayê: “Hejmarên stargehan bi awayekî zelal nayên parvekirin. Em nizanin ku ka hejmar yên nû ne an na. Li her bajarî stargeh tuneye. Di alî xwegîhandina stargehan de pirgirêk hene. Gelek caran bi hinceta tadîlatan stargeh tên girtin. Piştre nayên vekirin. Ji ber vê jî em dikarin behsa wê bikin. Stargeh raste rast ne cihên starbûnê de cihên ku jin ji tundiyê dur dikevin û li dijî tundiyê xwe xurt dike ne.”
 
‘Li stargeha jinên penaber pirsgirêkên mezin dijîn’
 
Hale Çelebî destnîşan kir ku stargehên ji bo jinan hatine avakirin divê jib o xizmet û piştgiriya zaorkan jî têr bikin û got: “Heman demê de divê ji bo jinên astengdar û jinên di ser temenê 65’î de jî sererastkirin bên kirin.Jin piranî serî li polîs û qerekolan didin. Di vir de helwesta wan balê dikşîne. Hewl didin wan ji fikra wan vegerînin û bişînin nav tundiya malbatê. Pirsgirêkên jinên penaber zêde ne. Li stargehan xizmeteke berfireh tune ye. Jinên zarokên wan yên 12 salî hebin nayê qebûlkirin. Neça dimînin ji zarokên xwe veqetin. Yên venaqetin vedigerin nava tundiyê. Ez li vir carek din dibêjim têkoşîna jinan dide jiyîn. Em têkoşîna xwe didin meşandin.”