Sevda Çelîk Ozbîngol: Zemîna xebatek hevpar şert e

  • 09:03 7 Gulan 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol da zanÎn ku mafê hêviyê ne tenê şexsiye, daxwazek civakiye û got zemîna hiqûqî ne bi pakêtên turik divê bi gavên mayînde bên çareserkirin.
 
Bandora banga 27’ê Mijdarê ku de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye didome. Tevî bangê hîna desthilatdariyê gavek şênber navêtiye û bi taybet piştî hevdîtina bi wezareta dadê re pirsên wekê wê pêvajoya biguhere pêvajoyek mayînde an na jî cihê xwe diparêze. Hevdîtina bi wezaretê de krîtîk bê dîtin jî hîna di sernavên rejîma înfaz, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û rakirina tecrîdê de tiştek nehatiye kirin.
 
Hevberdekva Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê zemîna hiqûqî ya pêvajoyê de axivî.
 
Ferza zemîna xebata hevpar
 
Sevda Çelîk Ozbîngol got piştî bangê wek patî xebatên xew meşandine û bi hişmendiya peywir û bepirsyariyê tevgeriyane. Sevda Çelîk Bîngol wiha got: “Xebatên me li ser vê berpirsyariyê destpê dikirin. Ji bo bêdengkirina çekan, meşandina pêvajoyê, çareseriyê bêguman wê partiyên siyasî di vê zemînê de bin. Hebûna DEM Partiyê di vê esasê de divê bê dîtin.Ji bo vê divê zemînek hevpar hebe ku xebat bênmeşandin. Zemîna xebatek hevpar wek ferz li pêş me ye.”
 
‘Ne muzakerea ferza berpirsyariyê ye’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol wiha domand: “Hevdîtinên bi dewletê re di vê easê de hatin kirin. Sernavên hatin ragîhandin hemû berê di rojeva me de bûn.Dema zemîna siyasî hat hûnandin ya hiqûqî jî ferz e.Em difikirin ku ji bo mezinkirina pêvajoyê û pêşketina wê hikûmet û deshtilatdarî berpirs e. Em binavkirina wek muzakereyê rast nabînin. Divê berprisyariyên dikevin ser milan her kes bîne cih.”
 
‘Divê şert û mercên birêz Ocalan bê nîqaşkirin’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyakirin ku ji bo bang bê meşandin divê desthilatdarî şertan ava bike û balkişand ser hevdîtina bi wezareta dadê re: “Wek partiyên siyasî, hiqûqnas û welatî ji bo meşandina pêvajoyê lezkirina berdana çendan wê gotinên me hebin. Lê ev pêvajo bi avakirina şert û mercan, ji bo Abdullah Ocalan mîsyona xwe bîne cih divê şert û merc bên avkairin. Ev ne wek muzakereyekê, berovajî vêwek berpirsyarî divê bê binavkirin. Bêguman mafê hêviyê hat axaftin. Bêguman mexduriyet hatin axaftin. Divê girtiyên nexweş bibin sernavek. Em van hemûyan girîng dibînin.”
 
‘Amadekarî û xebatên me hene’
 
Sevda Çelîk Ozbîngol wiha vegot: “Wek komîsyona hiqûqê xebat û amadekariyên me hene.Em nirxandin û şîroveyên hemû kesî girîng dibînin. Bêyî cudakarî bê kirin bi wekhevî nirxandin û şîrovekirin girîngin. Ji bo piştgiriya pêvajoyê, ji bo pêşketina pêvajoyê, wek komîsyona hiqûqê xebatên me hene.”
 
‘Der barê biryara 2014’an de hîna sererastkirinek tuneye'
 
Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyakirin ku di hevdîtinê de mafê hêviyê jî jî girtine dest û got: “Tevî biryarên 2014’an yên binpêkirinê, tevî 10 sal derbas bûye tu sererastkirinek qanûnî tuneye. Niha di mevzuata hiqûqa hundir de der barê avakirina ‘mafê hêviyê’ de tu sererastkirin tuneye. Konseya Ewropayê di civîna 17-19’ê îlonê de ev mijar xist rojeva xwe. Bêguman ev girînge û divê der barê mafê hêviyê de sererastkirin bên kirin. Mafê hêviyê sernavekî ku hemû civakê eleqeder dike ye. 4 hezar mirovên cezayên muebetê girtine mexdurên mafê hêviyê ne. Bêguman şexsê Birêz Ocalan de hat axaftin lê ev hemû kesî eleqeder dike. Em vê girîng dibînin. Di vê mijarê de xebatên me hene.Rewşa girtiyên nexweş lezgîne, girane û sererastkirinên qanûnî jî ferz in. Em di vê pêvajoyê de di vê mijarê de xwe pirs dibînin.”
 
Sevda Çelîk Ozbîngol balkişand ser nîqaşên pakêta darazê jî got: “Em feraseta pakêtê rast nabînin. Divê xebatên xweser bên meşandin. Em feraseta turik rast nabînin. Pêvajoyeke di asta gotinê de ji pirsan re nabe bersive. Divê her kes tevli pêvajoyê bibe û kesên muxatab tevil pêvajoyê bibin û sererastkirinên qanûnî bê navakirin. Di sererastkirinên qanûnî de divê bi helwesta konsensus tevbigerin.”