PEN'a Kurd li Amedê konferansê li dar dixe

  • 12:59 10 Gulan 2025
  • Rojane
AMED - PEN'a Kurd bi piştevaniya PEN'a Navneteweyî li Amedê konferansa bi serenavê “Ji bo bicîkirina benden manifestoya gîronayê” li dar dixe. Konferansa  ku dê du rojan dê bidome, dest pê kir. Gelek zimanzan, nivîskar û mamoste tevli konferansê bûn.
 
PEN'a Kurd bi piştevaniya PEN'a Navneteweyî û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rasthatina 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî  bi serenavê “Ji bo bicîkirina bendên manîfestoya gîronayê” li Çand Amedê konferansek du rojan li dar dixe. Konferansê îro dest pê kir û dê sibê bi dawî bibe.
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, zimanzan, nivîskar, mamoste, rêverberên DEM Partiyê, DBP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes tevli konferansê bûn.
 
Konferansê bi axaftina Hevserokê Navenda PEN'a Kurd Omer Fîdan dest pê kir.
 
‘Ev der nexşa Kurdan û Kurdistanê ye’
 
Omer Fîdan diyar kir ku ev konferans pêkhatina xewna Kurdan e û wiha got: “Îro mêvanên me ji gelek cihên cuda hatine vir. Tevahî Kurd li vir in. Ev der nexşa Kurdan û Kurdistanê ye. Em hatine qonaxekî gelek girîng, gavên em îro diavêjin gelek girîng in. 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji bo me pîroz e û divê em piştgiriya vê rojê bikin. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê li ser Kurdan û pêkhateyan qirkirin heye. Divê em dengê Kurdistanê li her derî berz bikin, ji bo şer bê rawestandin. Divê nivîskar û rewşênbîr jî di nav xebatan de bin.”
 
‘Hêviyên me xurt dibin’
 
Paşê peyama Serokê Rûmetê yê Navenda PEN'a Kurd Dr. Zerdeşt Haco bi rêya sînevîzyonê hat temaşekirin. Zerdeşt Haco diyar kir ku ev konferans gelek girîng e û wiha got: “Em îro di nava qedexekirin û bişaftina zimanê Kurdî de dijîn. Ji bo vê ev konferans gelek girîng e. Em bicîkirina bendên manîfestoya Gîronayê diparêzin. Em îro di nav pêvajoyek girîng de ne. Em hêvî dikin ku zimanê Kurdî azad bibe û azad bijî.”
 
Piştî axaftinan danişîna yekemîn a konferansê dest pê kir.
 
Di danişîna yekemîn de Serokê PEN'a Navneteweyî Bûrhan Sonmez li ser mijara “Navneteweyî Avanî û Xebatên PENa Navneteweyî, Girîngiya Rêxistinbûna/Rêxistinbûnên Navneteweyî” axivî.
 
Seroka Rûmetê ya Navenda PEN'a Kurd Dr. Bêrîvan Doskî jî bi mijara “Ji Bo Bidestxistina Mafên Zimanî Girîngiya Bikaranîna Rêyên Dîplomatîk” gotar pêşkêş kir.
 
Berpirsa Karên Asya û Ewropayê ya PEN'a Navneteweyî Aurelia Dondo jî li ser mijara “Di Raya Rewşenbîrî ya Navneteweyî de Kurd Dikarin Kîjan Gavan Biavêjin” axivî.
 
Divê Kurdî bibe zimanê fermî
 
Burhan Sonmez bi rêya vîdeoyê beşdarî konferansê bû. Burhan Sonmez behsa dîroka PENa Navneteweyî û Kurdî kir û diyar kir ku ew dixwazin li welatê xwe bi Kurdî rabin û rûnên û bi Kurdî bijîn. Sonmez anî ziman ku divê zordariya li ser Kurdî were rakirin û got: “Pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”
 
‘Divê em di nav xebatan de bin’
 
Paşê peyama Seroka Rûmetê ya Navenda PEN'a Kurd Dr. Bêrîvan Doskî hat xwendin. Peyam wiha ye: “Roja zimanê Kurdî silav dikim. PENa Kurd xizmeta zimanê Kurdî dike. Ji bo zimanê Kurdî xebatên gelek giring pêk aniye. Zimanê me nasmeya me ye. Dema zimanê me diçe hebûna me diçe û rastî bişaftinê dimîne. Başûr û Rojava îro zimanê me azad e lê li Bakurê Kurdistanê îro ketiye nav metirsiyê. Ji bo zimanê Kurdî bi milyonan Kurd li ber xwe dan. Divê em di nav xebatan de bin û zimanê xwe azad bikin. Dîplomasiya Kurdî çalakiyan pêk bîne”
 
‘Têkoşîna Kurdan û Baskê wek hev e’
 
Paşê peyama Berpirsa Karên Asya û Ewropayê ya PEN'a Navneteweyî Aurelia Dondo hat xwendin. Aurelia Dondo diyar kir ku ev konferans ji bo Kurdî pîroz e.
 
Paşê peyama Serokê Giştî yê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PEN'a Navneteweyî û Serokê PEN'a Baskê Urtzî Urrutîkoetxea hat xwendin. Urtzî Urrutîkoetxea diyar kir ku ew lêborîna xwe dixwaze ku îro ne di nav beşdarên konferansê de ye. Urtzî Urrutîkoetxea da zanîn ku gelê Kurd û Baskê ji hev fam dikin ji ber ku têkoşîn û daxwazên wan wekhev in.
 
Piştî xwendina peyaman danişîna yekemîn bi dawî bû.
 
Konferans wê bi danişînên din berdewam bike.