‘Ji bo aştiyê bepirsyarî li ser milê me hemûyan e’

  • 09:06 26 Gulan 2025
  • Rojane
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Ji Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya min bi Aştiyê heye’ Berfîn Atli der barê pêvajoya nû de axivî û got: “PKK’ê her tişt kir dor a dewletê ye, divê em bi hişmendiya xwedî bepirsyarî tevbigerin.”
 
Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şûnde PKK’ê di navbra 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û daxuyan ku dê dawiyê li têkoşîna çekdarî bîne. Bi van geşedanan re li Rojhilata Navîn geşedanên nû jî afirîn. Piştî biryarê civak li bendê gavên şênber ên bên avêtinê ne. Ji ‘Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya min bi Aştiyê heye’(BÎV) Berfîn Atli der barê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî.
 
‘Di alî gavên pratîk de bendewariyên me hene’
 
Berfîn Atli da zanîn ku gotina ‘terorê’ êdî ji aliyê muxalîf ve vala tê derxistin û got yek ji polîtîkayên şer li ser tunebûna gel e û ji ber vê jî bi pêvanjoya nû re ji bo jinan qadên nû tên vekirin. Berfîn Atli wiha dirêjî dayê: “Divê êdî jinan danexînin fîgura dayikbûnê û divê ji şahidiya wan fêde bê girtin. Dema mekanîzmayê rûhevhatinê tê avakirin divê jin atkîf bên tevlikirin. Divê mafê jiyanê ya jinan, azadiya fîkr û ramanê li dora mijara aştiyê bê rêxistinkirin. Niha ev ji bo me qadek nû ya têkoşînê ye. Di alî gavên şênber de bendewariyên me hene. Divê girtiyên siyasî bên berdan, dawî li qeyûman bê anîn û nîqaşên edaletê di esasa jinan de bên kirin. Heman demê de mijarek destûra bingehîn heye. Ev mijar ne tenê naskirina nasnameya Kurd, divê wekheviya zayenda civakî bikeve bin destûra bingehîn. Divê jin wek kirdeyên aştiyê tevli pêvajoyê bibin. Di vî alî de wek BÎV em ê xebatên xwe bimeşînin.”
 
‘Ji bo aştiya civakî rol û mîsyon li ser me hemûyan e’
 
Berfîn Atli wiha berdewam kir: “Piştî gotina PKK’ê, dor a dewletê ye, divê em bi hişmendiya xwedî bepirsyarî tevbigerin. Em jin tişta ji aştiyê fêm dikin ne tenê bêdengbûna çekan e, divê demokrasî bê avakirin. Bi vê perspektîfê ev mijar ji agirbestê derdikeve. Divê her kes berpirsyariya xwe ya di aştiyê de bîne cih. Ev pêvajo divê ji pêvajoyeke ku navbera mêran de tê meşandinê derkeve. Em ê wek jin di alî tevlibûna pêvajoyê de bi israr bin.”
 
‘Divê girîngiya pêvajoyê bê vegotin’
 
Berfîn Atli di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ya dikeve ser milê civakê ev e ku divê em wek mijareke lihevkirina siyasî û ewlehiyê neyê dîtin. Divê ev derfeta rizgariya ji nûve ya wekheviya civakî bê dîtîn. Divê çima aştî girîng e bê vegotin.”