
DMME’yê ji bo Cizîrê ji Tirkiyeyê parastin xwest
- 12:26 26 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - DMME’yê, li ser serlêdana malbatên xizmên xwe di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dane, ji Tirkiyeyê parastin xwest.
Di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 2015-2016’an a li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de 137 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema qedexeya derketina kolanan de, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayin. Danişîna serlêdanan, di 13’ê Mijdara 2019’an de hatibû lidarxistin. DMME’yê têkildarî danişînê biryara xwe dabû û ji bo dozê gotibû “Nayê qebûlkirin.”
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) doz red kirî, parêzeran dîsa serî li DMME’yê dan. DMME’yê bi danezaneke di 22’yê de Gulanê re ji Tirkiyeyê parastin xwest.
Ji parêzerên dosyayê Ramazan Demîr, têkildarî mijarê ev agahî parve kir: “Dosyayên qedexeyên derketina kolanan û jêrzemînên Cizîrê dîsa di rojeva DMME’yê de ne. DMME’yê bi biryara xwe ya sala 2019’an re biryar dabû ku xwe li benda pêvajoya AYM’ê were girtin. Piştî biryara redkirinê ya AYM’ê, me dîsa serî li DMME’yê da. DMME’yê di danezana xwe ya 22’yê Gulanê de dîsa ji hikûmetê parastin xwest.”