‘Ocalan bangek dîrokî kiriye, divê Erdogan gava şênber bavêje’

  • 09:03 28 Gulan 2025
  • Rojane
 
Berîtan Canozer
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Qada navneteweyî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erênî pêşwazî kir û dipê ku Tirkiye li hember bangê gavekê bavêje.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ‘banga aştî ûcivaka demokratîk’ kir û piştî vê PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn pêk anî. PKK’ê encamnameya xwe parve kir û daxuyakirin dawî li têkoşîna çekdarî anîne.
 
Bandora bangê li Tirkiye û Rojhilata Navîn didome. Bala hemû rayagiştî li ser pêşketina pêvajoyê ye.
 
Endama Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê Laura Castel, biryara feshkirinê ya PKK’ê pîroz kir û got: “Niha divê dewlet ji bo pêvajoyeke rastîn a aştiyê gavên erênî û watedar bavêje.”
 
Laura Castel daxuyakirin ku biryara PKK’ê girîng û dîrokî ye û wiha dirêjî dayê: “Niha ji bo aştiyê û pêşeroja gelê Kurd divê Tirkiye bikeve tevgerê. Konseya Ewropayê yan jî saziyên NY’ê, kî dibe bila bibe divê Yekitiya Ewropayê li gel her du aliyan cih bigire û belkî bi vê navbeynkariyê pêvajo hêsan bibe. Divê ji bo aştiyê piştgiriya her du aliyan bê kirin.”
 
‘Divê Tirkiye demildest gavê bavêje’
 
Parêzera Mafê Mirovan a Navneteweyî Margaret Owen ku bi dostaniya xwe ya Kurdan û xebatên ji bo PKK ji lîsteya "terorê" derkeve tê zanîn ji bo Abdullah Ocalan spasiyên xwe kir û wiha got: “Divê Tirkiye demildest gavê bavêje. Bi rastî ev pêvajoyek dîrokî ye. Ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû Tirkiyeyê pêvajoyek girîng e. Ev destpêk nû ye. PKK’ê civîna xwe ya 12’emîn pêk anî û biryara bidawîkirina faliyetê çekdarî û feshkirinê da. Ev hemû piştî banga Abdullah Ocalan hatin kirin. Lê niha dor a Tirkiyeyê ye. Dor a parlamentoyê ye. Divê Abdullah Ocalan bê berdan ku hevdîtinên aştiyê bên kirin. Rayagiştî bi mereq dipê ku wê Erdogan çi bike. Em ê hemû bi hev re bibînin. Em ji bo Ocalan spasiyên xwe dikin. Divê demildest bê berdan.”
 
‘Divê Tirkiye guh bide PKK’ê’
 
Aktîsta South Hall Black Sister, Rahila Gupta jî wiha got: “Banga ji bo çareseriyê divê bi kêfxweşî bê pêşwazîkirin. Ez wek keseke ku piştgiriyê didim têkoşîna Kurdan diaxivim. Gelê Kurd bi salan e ji bo nasname, jiyanek azad bedelên mezin dan. Abdullah Ocalan zanyarekî mezin e. Gelê Kurd rêzdariyek mezin nîşan dide. Analîzên wî yên ji bo siyaseta cîhanê û Rojhilata Navîn gelek xurt in. Ez bang li hikûmetaTirkiyeyê dikim ku guh bidin banga PKK’ê. Ji bo jiyanek aştiyane gelek girîng e.”