
'Em ê bi hevkariya saziyan xebatên xwe pêk bînin'
- 09:04 19 Hezîran 2025
- Rojane
Memîhan Zeydan
WAN - Endama Komeleya Jinan a Star Leyla Abukan der barê ‘xeta têkoşîna bi tundiyê re ya Wanê’ de axivî û got bi vê tora ku hatiye avakirin armanc ev e ku li dijî tundiyê bi lez refleks bê avakirin.
Li Wanê der barê tundiya li hember jin û zarokan ‘Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Wanê’ hat avakirin. Di nav pêkhateyên platforma bi pêşengiya Komeleya Jinan a Star, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hatiye avakirin de, Navenda Mafê Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Komeleya Mafê Mirovan û Çapemeniyê (ÎHAMED), Odeya Tabîban Wan-Colemêrgê, Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK) a Wanê, Kordînasyona Jinan a Rêveberiyên Herêmê ya Wanê cih digire. Di encama serlêdanên tên kirin de armanca platformê ev e ku jinan bêyî mexdûr bikin çareseriyê pêk bînin û bi xebatên hevpar hewl tê dayîn ku xwe bigihînin jinên hewcedariya wan heye.
Endama Komeleya Jinan a Star Leyla Abukan der barê tora hatiye avakirin de axivî.
‘Em ê bi hemû saziyan re xebatên xwe pêk bînin’
Leyla Abukan balkişand ser sedema avakirian torê û da zanîn ku ji bo Komeleya Jinan a Star gelek serlêdan dihatin û wiha got: “Em di mijara ku wê berê wan bidin kîjan saziyê kîjan aliyê de bi sînor diman. Ji ber vê li gorî hewcedraiyên jinan li Wanê me bi Saziyên Civaka Sivîl û saziyên din re re hevkarî kir. Mafê zarokan a baroyê, komîsyona koçberiyê, navenda mafê jinan û saziyên din re me xebata xwe pêk anî.”
‘Di esasa hewcedariyan de wê xebat bên kirin’
Leyla Abukan destnîşan kir ku her saziyek li gorî xwe mekanîzmayek wê ya serlêdanê heye û wiha domand: “Wek komeleyê ji ber çapemeniya civakî û xebatên qadan, jinan bi rehetî xwe digîhandin me. Yên nikarin xwe bigihînin jî bi pêşniyaran dihatin. Hewcedariya jinan bi parêzeran hebe bi rehetî dikarin xwe bigihînin. Jin bêyî mexdûr bibin wê bi lez pirsgirêk bên çareserkirin. Armanc ev e ku lidijî tundiyê bi lez refleks bê avakirin.”