Têkoşîna jinan pêşî li bêcezahiştina gumanbarê Baharê girt

  • 09:04 21 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL-Endama hiqûqê ya Piştevaniya Mor Sezen Ezer da zanîn ku têkoşîna jinan a li dijî qetilkirina Bahar Aksu, bandor li pêvajoya darizandinê kiriye û îdianame bi berfirehî hatiye amadekirin. Sezen Ezer got: “Ji bo em xwedî li maf û jiyana xwe derkevin divê em têkoşîna xwe bidomînin û mezin bikin. Ji yekitiyê wêdetir çareya me nîne.”
 
Li Şîşlî ya Stenbolê di 7’ê Gulanê de gumanbar Rustem Elîbol, Azîz Başkan, Samet Salman û Semîh Yapar jina bi navê Bahar Aksu qetil kirin. Doza gumanbaran di 11’ê hezîranê de hat dîtin. Parêzera Bahar Aksu, endama Komîsyona Hiqûqê ya Piştevaniya Mor Sezen Ezer der barê pêvajoya dozê û qetilkirina jinan de axivî.
 
'Bertekên jinan bandorek erênî li dozê kirin'
 
Sezen Ezer daxuyakirin ku dîmenên di dema qetilkirina Bahar Aksu de û her wiha çalakiyên jinan yên ji bo Bahar Aksu bandorek mezin li pêvajoya darizandinê kirine û wiha domand: “Îdianame baş û berfireh hat amadekirin. Ne tenê kesê ku gule baran, yên alîkarî dan jî der barê wan de îdianame hat amadekirin. Di vî alî de em pêvajoyê erênî dibînin. Di runiştina ewil de hemû gumanbar hatin guhdarkirin. Îfadeyên ewil dane û naqokiyên wan derketin holê. Her çar gumanbar bi hev re di têkiliyê de bûn. Di esas vê de îdianame hat amadekirin. Di runiştina din de wê biryar derkeve.”
 
‘Di dosyayên qetilkirina jinan de pêvajo dirêj dibe’
 
Sezen Ezer di berdewamiyê de wiha nî ziman: “Di dosyayên qetilkirinên jinan de pêvajoya darizandinê bi giştî wisa pêş nakevin. Berteka civakê bandor li pêvajoyê dike.Pêvajoyên darizandinê tên dirêjkirin û pêvajoya lêpirsînê tê dirêjkirin. Bêyî girtin darizandin tên kirin. Ceza tên daxistin û gumanbar ji vê cesaretê didgirin. Lê jin li dijî vê bêdeng namînin. Kolanan bikar tînin û mafên xwe diparêzin. Mekanîzmayên pêşîgirtina qetilkirin û parastina jinan qelsin. Çareserî ne zêdekirina cezaye. Divê mekanîzmayên pêşîgirtinê bên avakirin. Ceza bi tena serê xwe ne çareseriye.”
 
Sezen Ezer di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: “Ji bo em xwedî li maf û jiyana xwe derkevin divê em têkoşîna xwe bidomînin û mezin bikin. Ji yekitiyê wêdetir çareya me nîne. Ji rêxistinbûnê wêdetir care nîne. Em wek piştevaniya mor tax bi tax kolan bi kolan xebatên xwe didomînin. Em têkoşîna rizgariya jinê bilind dikin.”